Polîtîk

Nihêniyên Amerîkayê eşkere dike

Dadgeha Federalî ya Lenurfulk ya li Wîlayeta Virginya ya Amerîka biryar da bi zîndanîkirina pîsporekî berê yê bin deryayî ya Amerîka, ji ber ku karê sîxuriyê ji bo Rusya kiriye û nihêniyên Amerîkayê eşkere kiriye.

Malpera Rusya Today belav kiriye Robert Hofman ê temen 40 salî ku nêzîkî 20 sale li warê keştiya bin deryayî da kar dike, eşkerebûye ku zanyariyên nihênî di derbarê bin deryayiyên Amerîkayê daye bi sîxurên Rusya, li dema lêkolînê jî Hofman li ber dezgeha îstîxbaratiya Amerîka kir wî jî tawana xwe eşkerekiriye, ku li meha yeka sala 2012 da, çend carekî li gel sîxurên Rusya kar kiriye.

Bi tawana eşkerekirina nihêniyên asayîşa neteweyî‌, Jon Karlîn dawakarê giştî ya piştî biryara Dadgeha Federaliya Lenurfulkî‌ Virginya, Hofman bi 30 sal zîndanîkirinê sizada.

Back to top button