Polîtîk

Rojnamevanan rapora 6 heyvî ya Kurdistanê pêşkêşkir

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê raporta binpêkirinên şeş mehê duyema sala derbasbûyî pêşkêşkir

Di civîneke rojnamevaniyê de bi amadebûna Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Serokê Komîteya Dakokîkar li maf û azadiyên rojnamevanan û hejmarek endamên civata sendîkayê li bajêrê Hewlêrê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê rapora xwe ya şeş mehên dawî yê sala derbasbuyî ya binpêkirinên li hember rojnamevanan hate pêşkêşkirin.

Li rûpelên raporê ku wêney‌ê Kawe Germiyanî‌ destpêdike û bûyerên terorkirin û hewla terorkirin û lêdan û rênedan û tehdîd û destgîrkirin û biçûkxistina rojnamevanan pêkhatiye. 

Her wiha li gor raporê li vê demê de yek bûyerê terorkirinê hatiye tomarkirin û ew jî rojnamevan Kawe Germiyaniye li gel bûyerên hewlê kuştina rojnamevan Rencder Îbrahîm li xwe girtiye. 

Back to top button