Nivîsar

”Enfal”a li Kurdan xasma li barzaniyan

Lê di desthelatiya Sedamî de 4 milyon kes hatine kuştin. Ji wan 845 hezar Kurd bûne û yên dî Erebîn ŞÎE bûne. Di nava Şîeyan de yeklibên Sunî jî hebûne.

Zeynelabidin Zinar

Qetlîama ENFALê, ji 1980yî dest pê bûye û 1988 jî bi dawî bûye.

Di wan salan de 182 hezar Kurd hatine kuştin û 4500 gundên wan jî hatine kavilkirin.

Roja 31ê Temûza 1983an jî, 8 hezar Kurd ji herêma Berzanê hatine desteserkirin û ew birine li başûrê Îraqê bi saxîtî binax kirine. Ji wan heşt hezaran, heta niha tenê hestiyên 700 kesî hatine dîtin û veguhaztine herêma Berzanê û bi gor kirine.

Pêşî dixwazim diyar bikim ku ENFAL çi ye:

Peyvika ”Enfal”ê, navê sûretekî Qurana pîroz e.

Di rêzê de şûretê heştan e û tê de 75 Ayet hene.

Wateya Enfalê, XENÎMET e; Bisilman di şerê bi kafiran re hemû tiştên ku bi dest bixin, jê re ”xenîmet” û ji bo keç û jinan jî ”cariye” dibêjin.

Gelek keçên Kurdan di bazarên hin welatên Ereb de hatine firotin.

Her bisilmanek dikare sed cariye jî, ji xwe re li bazarê bikirre.

Hêja ye bê gotin ku di Enfalê de, zêdetir şervanên Filistînê hatine bikaranîn.

20 sal piştî wefata Pêxemberê me, berhemên Qûranê bi fermana Xelîfe Omer hatine komkirin, piştre bi destê Zeyd jî wek pirtûk hatiye nivîsandin û wî nav daye sûretan, ayetên li Meke û li Medîneyê di nava sûretan de li pey hevûdu sererast kiriye û wek ”hizb” û ”sûret” dabeşiya wan jî çêkiriye.

Erê, 43 sal berî niha, rojeke wek îro, qetlîameke mezin li Başûrê Kurdistanê bi navê ENFALê hatiye kirin. Di wê bilêckirinê de 182 hezar Kurd ji aliyê leşkerên Sedam Huseynê Cewrkar ve hatine kuştin. Di nava kuştiyan de 8 hezar Kurdên Berzanî hebûne.

Di ENFALê de wêrankirina Berzanîyan bi fermaneke taybet a Sedamî çêbûye.

Çi dema gundên Kurdan ji mirova vala dikirin, piştre leşkerên ku mal û heyînên Kurdan kom dikirin li mala digeriyan. Piştî berhevkirina xenîmetê, îcar agir bera xaniyên Kurdan dane.

Bi kurtî 182 hezar Kurd hatine kuştin û 4500 gundên wan hatine rûxandin.

Lê di desthelatiya Sedamî de 4 milyon kes hatine kuştin. Ji wan 845 hezar Kurd bûne û yên dî Erebîn ŞÎE bûne. Di nava Şîeyan de yeklibên Sunî jî hebûne.

Hêja ye bê gotin ku Rejîma Kemalîzmê jî li Bakûrê Kurdistanê eynî kiryarên Sedamî bi cih aniye û 5 hezar gunên Kurdan wêran kirine. Lê kuştina Kurdan weke yên ku Sedamî kiriye, zêde çênebûye.

Mixabin niha navê 550 hemwelatiyên Tirkiyê jî, wek ENFAL bi belgeyan hatiye peyitandin. Evy ek jî rûreşiyeke mêjûyî ye.

BILA RIHÊ ŞEHÎDAN ŞAD BE.

31/ 07/ 2022

Back to top button