Serokê Herêma Kurdistanê beşdariyê di merasima pêşwaziya termên qurbaniyên Enfalkiriyên Barzanî kir

Roja 30.07.2022 li Firokxaneya navdewetiya Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî beşdariyê di merasima pêşwaziya vegerandina termên 100 qurbaniyên enfalkiriyên Barzanî kir.

Di merasimê de birêzan; Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serok Wezîrê Iraqê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û hejmareke berpirsên bilind yên Herêma Kurdistan û Iraqê, nûnerên aliyên siyasî û pêkhatan û nûnerên welatên biyanî û diplomatkar amade bûn, gotarên her yek ji Serok Mesûd Barzanî, Nûnerê Serok Wezîrê Iraqê, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê hatin pêşkêş kirin.

Piştre fîlmeke dokumanterî li ser Enfala 8 hezar xort, ciwan û zilamên Barzaniyan hate pexşkirin ku 39 sal berê wekî îro havîna sala 1983 ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve hate encam dan, piştre tacegulên beşdarên merasimê li ser termê şehîdan hatin danîn.

Cenazeyên 100 qurbaniyên enfalkiriyên Barzanî, sibê roja yekşemê 31.07.2022 bi merasimeke din da li monumenta qurbaniyên enfalkiriyên Barzaniyan ya li devera Barzan têne veşartin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: