PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî bangî aliyên siyasî yên Iraqê kir: Werin Hewlêr û dest diyalogê bikin..

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser xwepêşandan û bûyerên li Iraqê rûdidin peyamek ragihand. Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:Em bang li aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku werin Hewlêrê, paytexta duyemîn, daku dest bi diyalogeke vekirî bikin.

Payama Serok Nêçîrvan Barzanî:

Em li hember rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên wê dilgiran in û em bang li aliyên siyasî dikin ku xwe nas bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest bi diyaloga rasterast bikin. Di vê rewşa hestiyar de, alozbûna zêdetir a rewşê dê aştiya civakî, ewlehî û aramiya welat bixe xeterê.

Ligel rêzgirtina ji daxwaza girseya gel a ji bo xwepêşandanên aştiyane, em tekezî li ser parastina saziyên dewletê, asayîş û malên welatiyan û karmendan dikin. Gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir,e. Niha û paşerojê erk û berpirsyariya hevpar a hemû hêz û aliyan e ku bi hev re Iraqê ji vê rewşa hestiyar û metirsîdar rizgar bikin.

Herêma Kurdistanê jî wek her carê dê bibe beşek ji çareseriyê, lewra em bang li aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku werin Hewlêrê, paytexta duyemîn, daku dest bi diyalogeke vekirî bikin û li ser bingeha berjewendiyên bilind ên welat bigihin rêkeftinekê. Ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin nîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Back to top button