
Arkeolojên alman di sala 1994 de bi serperiştîya Klaus Schmidt ji Înstîtûta Arkeolojî ya Almanî ya li Stembolê dest bi vekolînê kirine. Şopa ti lawirên kedî yan şînî û darên çandî li wir nehatiye dîtin.

Zagros Haco
Îro ez li Xirabreşkê bûm.
Xirabreşkê (Göbekli Tepe) cihekî kevnÎ olperestiyê ye, ew dikeve Tirkîya îro. Tê behwerkirin ko ew yek ji kevntirîn avahiyên olî yên ko li cîhanê hatine dîtin, temenê wê divegere derdora 12000 salan berî niha û pûtxane divegere heyama neolîtîk.
Li ser zincîra çîyayekî ko 760 m bilind e hatiye avakirin. Ew nêzîkî bajarê Rihayê ye. Ew bi destê gelê herêmê bi kevirên mezin ên şekirî, berî 12000 salan hatiye avakirin. Di wê heyamê de hê nizanîbûn metal û seramîkan bi kar bênin. Xirabreşkê 15 m bilind e û 300 m fereh e.

Arkeolojên alman di sala 1994 de bi serperiştîya Klaus Schmidt ji Înstîtûta Arkeolojî ya Almanî ya li Stembolê dest bi vekolînê kirine. Şopa ti lawirên kedî yan şînî û darên çandî li wir nehatiye dîtin. Xuya ye ko xwarina wan hemû ji şînî û lawirên kovî bû. Lê cûreyekî genim yê taybet li wir hatiye dîtin.

Ev yek jî dide xuyakirin ko wan dest bi çandinyê kiriye û ev cara pêşî ye ko mirov ji heyma nêçîrê çûye ber bi heyama çandiniyê. Ev bi xwe şoreşeke mezin bû di qûnaxa pêşketina mirovahiyê, vê şoreşê li Rehayê dest pê kiriye.

Li Xirabreşkê çend avahî hene; kêsimên wan bi ser tîpa ‘T’ ve diçin. Ew ji kevirên monolît hatine avakirin. Li ser wan keviran şêr, ga, balinde, mar, quling, legleg, qû û tûpişk hatine çêkirin.