PolîtîkRojev

39’mîn salvegera Enfala Barzaniyan

Rejîma Baasê 1983’an 8.000 Barzanî Enfalkirin

Rejîma jinavçûyî ya Iraqê, ji bo jinavbirina şoreş û serhildanên Kurdan serî li gelek rê û rêbazan daye. Yek ji wan jî Enfalkirin û jinavbirina gelê Kurd bû. Rejîma Seddam Hûsên ji bo vê armancê bi çend qonaxan jenosîdkirina Barzaniyan encam da. Despêkê bi şewitandin, wêrankirina Devera Barzan û veguhestina bi zorê ya welatiyan dest pê kir.

Rejîma Baasê piştî van hewldanan, vê carê 31’ê Tîrmeha 1983’an 8.000 zilam û ciwan bi awayek zindî xistin di bin erdê de. Lê vê yekê ne tenê nekarî dawî li berxwedanê bîne, belkî şoreşa li dijî rejîmê bihêztir kir.

Piştî 2003’an û têkçûna rejîma Baasê derket ku pîlaneke bername dariştî ya rejîma Baasê û bi fermana Seddam Hûsên biryara jenosîdkirina 8.000 Barzaniyan hatiye dayîn. Piştî rizgarkirina Iraqê, qonaxa gerana li pey termê Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li sala 2004’an li çolistana parêzgeha Mûsenna ya Iraqê goreke bi komî hat dîtin û termê 513 kesan di nav de bû. Despêka 2005’an bi merasîmeke bi heybet û bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî termê wan Enfalkiriyan ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin. Termê wan li goristaneke taybet a li Devera Barzan hatin veşartin.

Gerîna li pey termê Enfalkiriyan berdewam bû. Li sala 2011’an jî di goreke komî ya li çolistana başûrê Iraqê de termê 93 zilam û ciwanên Barzanî yên hatibûn jenosîdkirin hat dîtin.

Li sala 2021’an jî li çolistana başurê Iraqê goreke din a bi komî hat dîtin. Dezgehên taybetmend ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqê, 15’ê Sibata 2022’an gihiştin cihê gora bi komî. Ew gor dikeve bajarokê Buseyiye yê navçeya Efayf li parêzgeha Mûsenna. Ev navçe dikeve sêgoşeya sînorê nêzî Kiwêt û Erebîstana Siûdiyê. Tîmên lêgerînê bi awayekî zanistî û pîşeyî dest bi kolandina wê gora komî kirin. Di roja yekemîn a kolandinê de cemedanî û cilûbergên hatine dîtin, derdikeve ku taybet ên zilamên Barzanî ne. Ev jî belgeyek bû ji bo wê yekê ku ew termên di wê gora komî de, termê wan zilam û ciwanên Barzaniye ku li sala 1983’an hatine Enfalkirin.

Qonaxa kolandina wê gora komî 14 rojan dom kir û derket holê ku Rejîma Baasê bi awayeke hovane ew kes gulebarankirine û bi zindî ew ciwan û zilamên Barzanî xistine di bin erdê de. Dest û piyên hemûyan bêyî cûdahiya temen hatiye girêdan û bi vî awayî hatine gulebarankirin. Ji bo vê tawana xwe ya hovane veşêrin jî, bi şofelê ax xistiye ser termê wan.

Di roja çardemîn a kolandina wê gora komî de, termê 100 zilam û ciwanên Barzanî yên hatine Enfalkirin hatin dîtin.

Piştre termê wan kesan ji bo Bexdayê hatin veguhestin, piştî testên pizîşkî û rêkarên yasayî duh (30.07.2022) ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û li goristana taybet a Enfalkiriyên Barzanî ya li Devera Barzan tên veşartin.

Ji Soranî: Mihemed Tahirov

Back to top button