Nivîsar

Emerîka: Wextê guhertina Misrê hat

Serok Dewletê Misrê Husnî Mubarekê re derbeyek dî jî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hat. Rêveberiya Emerîka li hemberê pêşketinên Misrê daxuya kir ku ”Wextê guhertina Misrê hat”

Îro ji Qesra Spî daxuyaniyek hate kirin û bûyerên ku li Qahîrê diqewimin hatiye şermezar kirin. Di daxuyaniyê de balkişand li ser daxwaza guhertinên xelkê Misrê û pêwîstiya guhertinê bi awayekî vekîrî hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Qesra Spî Robert Gibbsê ve hate xwendin. Gibbs da zanîn ku ‘’ Serok (Obama) ji Serok Dewletê Misrê re bi awayekî eşkere peyamên guhdertinê da û got: Wextê guhertinê hatiye.

Di vê navberê de hate ragihandin ku li paytaxta Misr Qahireyê di navbera dijber û alîgirên Mobarekê de pêvçûnek derket û di encama pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 533 kesan jî brîndar bûn.

Wezîrê Tenduristiyê Misrê Ehmed Farîd da zanîn ku pirraniya brîndaran ji ber avêtina keviran brîndar bûn û ti kes bi derbê gulleyekî ve brîndar nebûne.

Back to top button