FlaşNivîsar

Heger armanc xwarina tirî be???

Sedema vê nelihevkirina me ji hev belavbûna me ye. Em nebûne û nabin yek.Loma jî em wenda dikin, yek bi yek. Dîsa jî heşê me nayê serê me. 

Bûbê Eser

Her tekoşîn û berxwedaneke li hember dijberê xwe, tadê û zilmê, tê dayîn. Ew tekoşîn jî ji bona welatên weke Kurdistanê hatine dagirkirin rewa û bi heq e. Ji bona tekoşîna bi heq jî partî û rêxistin têne damezrandin da ku mirov bikaribe bi hêz û qaweteke hevbeş li hember dagirkeran tekoşîna azadiya gelê xwe bide û bi serkev e.

Ji roja Kurdistan hatiye perçekirin û heta îro li bakurê Kurdistanê ew yekitî û hêza ku bikaribe zora dijminê xwînxwar bibe û miletê xwe bighêjîne azadî û serxwebûna wî, nehatiye damezrandin û ronahiyên ku wê di nêzîk de pêk jî bê, nayê dîtin.

Ji xwe derd û êşa me kurdan ew e ku em nikarin yekitiya xwe pêk bînin û bi hevre dest bi dest weke bra pişta xwe bidin hev û li hember dagirker û pêgirtên wan şerê azadiya gelê xwe bidin.

Ji bona milet bê azadkirin û gel bi rehetî li ser erda xwe bjiîn, partî û rêxisin têne damezrandin da ku em xwe ji bindestiyê azad bikin. Demokrasiyê bînin welatê xwe. Bi hevre tekoşîn bidin da ku bi hêzeke girseyî ku milet jî li pişt wê be, damezrînin.

Hemî partiyên Kurdistanî ku ji xwe re dibêjin: “Em Kurdistanî ne”. bi vê armancê hatine damezrandin li gor destûr û bernameyên xwe tekoşîna azadiya welatê xwe didin. Piştî sala 1965 û heta îro bi vê armancê partî û rêxistin hatine damezrandin, Lê…

Lê hezar caran mixabin ku ji bona em tirî bixwin wan partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, ji bona vê armancê yekitî û yekrêziya xwe nexuliqandine. Loma jî  em weke kurd nikarin xwe bighêjînin azadiyê. Her di bin potînin dagirkerên xwe de dipeçikin.

Di vê tekoşîna dûr û dirêj de helbet gelek firsetên hêja kete destê kurdan, lê mixabin ji ber ji hev bela-welabûn, ew firsetên pêk hatibûn hemî belasebeb û di ber hîçekê de têk çû û dihare.

Her têkçûnek, divê ji me re, ji partiyên me yên siyasî re, ji rewşenbîr û nivîskarên me re biba dersek da ku careke din ew kêmanî an şaşî nehate kirin. Lê em li dîroka xwe dinerin ne weha ye. Çi firset ji bona me pêk hatibûn û hatine em wê weke kurdên welatparêz bi destên xwe daf didin.

Dafdana me jî ji ber hêrs û mezinbûna hin serok û rêberan ku nikarin û naxwazin meqamên xwe ji dest berdin. Ji ber ku her serokekî partiyeke Kurdistanî her dixwazî ew tim serok be. Loma jî yekitî û yekrêziya me pêk nayê.

Heger em li dîroka xwe ya sed sal berê binerin, em ê vê bi rehetî bibînin ku piştî damezrandina komara tirkan ku gelek serokeşîr û malbatên mezin li hember wê tekoşîna azadiya gelê xwe dan lê bi serneketin.

Sedema ne bi serketina wan ji hev belavbûn û hevdu neqebûlkirina serokeşîr û malmezinên kurdan bû. Herkesan dixwestin li gundê xwe ew axa an serokeşîr bin. Îro jî heman tişt e.

Her serokekî partiyeke Kurdistanî dixwazî tim ew serok be. Dema kesek ji xeta serokatiyê daneke helbet dê tu yekitî jî pêk neyê.

Dema ku dewleta Alî Osmanî hilweşiya çend miletan xwe azad kirin û deweleta xwe damezrandin. Kurd bi nifûsa xwe, ji hemiyan bêtir bûn, lê mixabin nikarîbûn xwe azad bikin. Loma jî em neviyên wan îro di nava wî agirî de dişewitin.

Me ev bi çavên xwe dît, bi guhên xwe bihîst jî dîsa em nikarin dersekê ji wê dîroka xwe derxin da ku zarok û neviyên me jî weke me di nava agirê bê dewletbûnê de neşewitin. Em her ji hev bela ne û ev jî dibe sedema ku em nikarin xwe azad bikin.

Îro li dinyê, li tirkî û Kurdistanê jî rewş hatiye guherandin. Şerê çekdarî nemaye. Kar û xebat maye li ser karên demokratîk. Di vî warî de jî gavên baş, helwestên delal têne avêtin. Lê bê encam dimînin.

Sedema vê nelihevkirina me ji hev belavbûna me ye. Em nebûne û nabin yek.Loma jî em wenda dikin, yek bi yek. Dîsa jî heşê me nayê serê me. 

Bi rastî jî em dixwazin tirî bixwin, welatê xwe azad, mirovên xwe rehet û rêvebiriyeke demokratîk peyde bikin, Berî her tiştî divê em yekitiya xwe damezrînin. Em ne mecbûr in ku herkes weke hev bifikirin. Lê em ji bona azadiya miletê xwe mecbûr in bibin yek.

Kar û xebatên îro jî bi rêya tevger û partiyên siyasî yên demokratîk pêk tê. Em nikarin bibin xwedî hêzeke weha jî. Hêzên hebin jî li ser navê yekitiyên pûç û vala têk dibin ango qels dikin. Her rojê tevgerek,her rojê platformek tê amade kirin lê dawî pûç û vala ye. Ji ber wê dibêjim armanca me ne xwarina tirî ye kuştina nehtor e.

Pirsa min ji hemî partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê ku yên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, çima nikarin bi hevre hêzek Kurdistanî demezrînin???

Back to top button