
Pêvajoya ku bi navê ”Tirkiyeya bê teror” bi însiyatîfa dewletê destpêkirî de, gelek gotubêjên balkêş ji aliyê PKKê ve têne kirin. Dewletê ya xwe gotiye, bi qebûlkirina AK Partiyê, MHP û DEMê yasayek bi navê Qanûna Çerçoveyê derket.
Dewlet dibêje ku, heta em bi temamî iqna nebin ku, PKKê bi temamî ji dev çekan berdaye û çekên xwe bi hemî awayî radest nekiriye, û ev yek bi biryara Konseya Ewlehiya Netewê(MGK) neyê erê kirin, em vê qanûnê naxin di pratîkê de.
Ocalan ev yek erê kiriye. DEMê ev yek qebûl kiriye. Lê car bi cara dengên cuda ji Qendîl derdikevin. Başe armanca van dengên ku carê cuda derdikevin çiye? Gerek bi awayekî ev yek bê nirxandin.
Gelo ev dengên cuda hewldaneka razi kirina çekdarên PKKê û gel e yan tiştek din e?
Niha gelek cara Qendil hinek daxûyaniya dide ku bi gotinên Ocalan ve naguncin. Lê di heman demê de her daxûyaniya xwe de dibêjin ku, ”Her tişt di însiyatîfa serok de ye” ”Divê azadiya fizîkî ya serok pêkwerê” Di rastiya xwe de ”serok”ê wan azad e. Tu daxwaziya ”serok ya bi vî awayî tuneye.
Ji aliyek din ve nivîsek a Nureddin Demirtaş li rojnameya gêrêdayî PKKê Yeniden Ozgur Politikayê de derket. Demirtaş di vê nivîsê de tiştên nû dibêje.
Demirtaş di nivîsa xwe de dibêje:
- Parlamentoyê ev qanûn bi hejmareke rekord a dengan pejirand, lê şertê pejirandina Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) li ser wê giraniyek mezin danî. Gelo dê Konseya Ewlekariya Netewê(MGK) li ser pêşeroja gerîla biryar bide? Ne mumkin e.
- Eger pêşeroja(Çarenûsa) gel bi biryara MGK were îpotekkirin, gelo gerîla hîn bêtir xwe li çiyayan ve nagirin? Ma qanûnek ku rastiya heyîna miletê kurd qebûlneke û mafên Kurdan hêsan nake, dikare bandorê li gerîla bike?
- Helwesta ferzkirina daxwazan li ser mijarên ku dikarin bi pratîkî werin çareserkirin jî, herî kêm dibe sedema astengkirina pêvajoyê. Hikûmetek ku amade ye vê rîskê bigire ser xwe, bi îhtîmaleke mezin planên din hene, ev tê vê wateyê ku meyleke xeternak li pêş e.
- Ma hevoka “Heta ku çeka dawîn neyê radestkirin, qanûn nayê sepandin” nayê wê wateyê ku heta kesê herî dawî jî dê jenosîd were kirin? Ger ji wan re were gotin ku, li yek ji bajaran di kampekê de bicivin, ev hemû tişt dê biqede!
Rastî nirxandina vê nivîsê çewe tê kirin, dê helwestên bi vî awayî bikare pêvajoya di nava dewlet û PKKê de li hinek xalan de bixetimînê? Yan jî hêdî hêdî helwestên cuda bi rengî derkevin holê dê mirov çewe bizanê destê kî di berika kî de ye?
Kesayetek wek Nureddin Demirtaş ne bi erêkirina yên wek Bayik yan jî Kalkan be çewe dikare nivîsandinek bi vî awayî binivîse û rojnameyeka PKKê de bê weşandin.
Yan em van gotinan tênagihin û xeletiyekî şirove dikin? Rastî balkêşe….
Nêrîn/ Şirove


