Yemenî jî rabûn ser piya

Li paytaxta Yemen Sanayê alîgirên desthilatdar û muxalefet xwepêşandanan lidar dixin.
Nûçegihanê AFP diyar kir ku li paytaxta Yemen Sanayê li aliyekî bi deh hazaran alîgirên muxalefetê ji ber daxwazên reformê hatin ba hev û li aliyekî dî jî alîgirên desthilatdarê Yemenê piştgiriya xwe didin Hikumetê.
Hate ragihandin ku her du xwepêşandan bi awayekî aramî didomin.
Alîgirên muxalefetê bi dirûşmên ‘’Xelk daxwaza guhertina rejîmê dikin’’ dengên xwe berz dikin, alîgirên Serok Dewletê Yemen Alî Abdullah Salih jî bi pankartên ‘’ Ji fitne û fesadan ra na’’ dimeşin.
Salih 30 sale ku Serok Dewletê Yemenê ye. Salih piştî bûyerên Tunis û Misrê li parlementoyê ji bo Konseya Şura û endamên artêşe ra axaftinek kir û di axaftina xwe de got: Piştî sala 2013’an carekî dî nabim namzetê Serok Dewletê Yemenê û her wiha rêveberiya dewletê jî teslîmê kurê xwe jî nakim.