Civak

Leşkerên Îranê du zarokên kurd kuştin

Leşkerên Îranê li tixûbê Kurdistana Bakur du zarok kuştin. Îro berê sibehê leşkerên Îranê bi tohmeta kaçaxiya mazotê di zarokên kurd ji Kurdistana Bakur, dan ber gulan û kuştin herweha kesek jî birîndar bû.

Li devera Çaldiranê li tixûbê Îranê leşkeran Omer Pay temenê 15 salî û Suat Baykara ku temenê wî jî 15 sal bû kuştin. Di vê bûyerê de Husnu Baykara jî birîndar bû. Leşkerên Îranê bi tohmeta kaçaxiyê li tixûb gelek caran xelkê herêmê dide ber gulan û dikuje.

Back to top button