Dosya

Li Mûşê mirînên sirdar yên qijakan

Di nava hefteyekî de li qada Karistana Şekir ya Mûşê bi sedan berate (leş) yên qijakan hatin dîtin û li ser vê yekê berpirsyaran dest bi lêkolînê kirin.

Berpirsyaran li qada berateyên qijakan lêkolînek kirin û li ser mirînê wan dest bi xebatê kirin. Gerînendeyê Çandinî yê Bajarê Mûşê Murat Yildiz diyar kir ku  mimkune ku qijakan ji birçîtiyê mirin.

Berpirsyaran qijakan dan komkirinê û li qada karistana şekirê dan zanîn ku mimkune ku qijakan ji serma yan jî ji birçitiyê mirin.

Xelk jî diyar kirin ku li nêzîkî berateyên qijakan zaboqa kîmyewî heye û bi hezaran qijak xwarinên xwe ji vê zaboqê peyda dikin. Ger xwarinê qijakan bijehr bibe, mirinê qijakên din jî nêzîke.

Back to top button