Îroj

4'ê Reşemî

4’ê Reşemî

Di sala 1969’an û di rojekî wekê îroyê de Yaser Erefat bû Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê.

Yaser Erefat (27’ê gelawêja 1929’an li Qahîre, Misir; † 11’ê sermawezê 2004 li Clamart, li parêzgeha Hauts-de-Seine, Fransa), siyasetmedar, dûgelman (mirovê dewletê) û yek ji serokên gelê Filistînê bû.

Ji 12’ê reşemiyê 1996 heya mirina xwe serokdewletê Otonomiya Filistînê bû. Sala 1994’î de Xelata Nobel a aşitiyê girtiye. Damezrênerê Al Fatîh û Rêxistina Rizgariya Filistînê bû. Bi xwe perwerdeya endazyariya avakirina xaniyan dîtibû.

Li ser mirina wî ya li nexweşxaneyeka Fransî, gelek guftûgo hate kirin. Gorî hinekan ew hatiye jehrkirin lê ti delîlek jî nehatiye dîtin.

Yaser Erefat dîplomasiya rojavayiyan dimeşand. Têkiliyên wî bi dagirkerên Kurdistanê re baş bû. Wî ticarî behsa bindestî û hemançarenûsiya Kurdan nedikir. Ev yeka han dilê gelê Kurd lê sardikir û rexne lê dihate kirin

Back to top button