Civak
Rê li ber xutba zimanê kurdî hat vekirin
Serokê karên olî yê Tirkiye Mehmet Gormez di daxuyaniyek ya xwe de rê li xutba bi zimanê kurdî vekir. Wek tê zanîn serokê berê yê karên olî Ali Bardakoglu rê nada vê yekê û xutba bi kurdî qebûl nedikira.
Di vê derbarê de Mehmet Gormez got: Tiştên îlahî mirov dikare wergerîne hemi zimanî, kesek nikare bêje ku xutbe bi zimanek din nayê xwendin û waaz bi zimanek din neyê dayîn. Mirov nikare di van pirsan de li gora normen netewî gengeşê bike û bi pîvanên etnîkî nêzikî vê pirsê bibe. Gengeşekirina wê jî ne tiştek başe.
Ev daxuyaniya serokê karê olî Mehmet Gormez hat şirovekirin ku, mirov hêdî dikarê xutbeyê bi zimanê kurdî bixwîne û di mizgevtan de waazê kurdî bide.