Polîtîk

CHP haqaretê li kurda dike

Niyeta CHP-ê di derbarê pirsa kurd de eşkere bû. Cîgirê serokê CHP-ê prof.Hurşit Guneş di civîna partiya xwe ya li Bajarê Kocaeli axavtinek kir. Guneş di axavtina xwe de behsa kurda kir. Di derbarê pirsa kurd de gotinek kir ku ev gotin tucara di zimanê siyasetê de tuneye. Herweha zimanê insanên pêşketî  û hevdem de jî ev gotin tuneye. Ev gotin bi tenê zimanê kemalîstên nijadperst de heye. Ji  xwe Hurşîd Guneş jî ew yek kir.

Di beşek gotina xwe de Guneş got: “ Dê di dawiyê de kurd werin di dewa me de rûnin.“ Bi vê gotinê Hurşît nijadperestiya xwe û herweha kêmasiya ehlaqê xwe da xuyakirin. Gerek ji berî herkesekî kurdên di nav CHP-ê de ji bo vê gotinê Guneş rexne bikin û dijî wî derkevin.

Prof. Hurşît Guneş kurê Turan Guneş e. Turan Guneş ji binemalek kemalîst û ji CHP-ê tê. Dema sala 1974-ê Tirkiye Kibris dager kirî Turan Guineş wezîrê navxwe yê hukumeta Bulent Ecevit bû. Îri kurê wî di derbarê kurdan de van gotina dike. Ji tiştekî fedî nekê bila gotina li pêşiya navê xwe şermê bike. Eger zanyarên kemalîstan ev bin ji xwe yên din çewenin.

Back to top button