
Ebdula bin Zayîd al Nîhan wezîrê derve yê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) bi serdaneke fermî berî çende saetekan bi serokatiya şandeyeke bala guhîşte Hewlêrê û li balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Kerîm Şingarî wezîrê navxwe, Dilawer Elaedîn wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî û felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Wezîrê derve yê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) ku sefîrê Îmaratê yê Îraqê û şandeyeke mezin a sermatedar û bazirganan pê re ye, biryare digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Berhem Salih serokê hikûmetê bicive.