Civak
Li Geverê mirînên tarî
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Li Geverê di hewşa mizgeftekî de termê zilamekî hate dîtin. Term bi awayekî pêçandî û di nawa brandayê de bû.
Agahiyên ku hatine bidest xistin bi danê sibehê li taxa Yeşîldereyê û di hewşa mizgefata bi navê Hacî Abdullahê de termê zilamekî bi awayekî pêçandî hate dîtin.
Polîs di cihê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin û ji bo tespîtkirina nasnameyê jî dest bi xebatê kirin.
Cîhgirê Şaredariya Geverê Erdal Aydin û Alîkarê Şaredarê Reşît Orbey hatin cihê bûyerê û ji berpirsyaran di derbarê mirinê de agahî girtin.
Li Geverê di 28’ê Rêbendanê de li taxa Nûyê termê zilamekî hatîbû dîtin.