Nivîsar

Emer Turan 1936 – 1975

Emer Turhan. Damezrenêrê Partîya Demoqrata Kurdistana Tirkîyê
û Endamê Koma Navkom.

Emer Turhan yek ji damezrenêrê PDKTê ye. Di sala 1936ê li Eruhê (Dihê) hatiye dinê. Ji malbata mala Aqûb Axa ye. Vê malbatê pêşkêşî li bajarê Sêrtê kirine. Babê Emer, Şebab Efendi li Eruhê Memur bû. Ji ber vê ye ku Emer li Dihê hatiye dinê. Ew xwe Sêrtî qebûl nakin. Botan xwe ji Sêrtîyan qedîmtir û mestir dibînin.

Malbata Mala Axê niha jî li Bajarê Sêrtê gumre ne. Ew xwe Ereb hisab nakin. Belkî ku Neqîb-îl Eşraf in. Her çendî ku dibêjin Axayên Sêrtê bi Mîrên Cizîrê va girêdayî nin, lê belgeyên Osmaniyan welê nabêjin. Berê di her bajarekê Kurdistanê da Neqîb Eşref (Meclisa Eşrefan) hebûn. Îdara bajêr di destê wan da bû. Weke Meclisa Şaredariya niha, sewq û îdara bajêr van eşraf û rûsipîyên bajariyan meşandine. Sêrt ji ber ku vê paşîyê ji binê hikmê Hikimdarên Melîkên Hesenkêfê derket, Osmaniyan vê derê kirin ‘Lîwa’ û bi van axaleran dane îdare kirin. Axayê ku nav û deng daye ‘Hamid Axa ye’. Niha Medresa Hamid Axa li bajarê Sêrtê bi navê Medresa Mela Xelîlê Sêrtî tê bi nav kirin. Hamid Axa dibêjin Eyyûbî ye. Osmaniyan wî ji Urfayê rê kirine. Tû minasebet û eqrûbatîya mala Hamid Axa û Axalerên Dihê bi hev ra nîne.

Bajarê Sêrtê çiqas qedîm dibe bila be, piştî ku Eyûbîyan Dewleta Melîkan li Hesenkêfê ava kirine, yanê ji serê sedsala 13yê û vir da Sêrt bajarekî bi Hesenkêfê va girêdayî ye. Ev yek di îmarat û bînesaziya van herdû bajaran da niha jî eşkere li ber çava ne. Ji bajarê Hesenkêfê û heya dighêje tixûbê Mîrekîya Şêrwan, welatê Melîkan e. Şerefname vê yekê xweş teyid dike. Yek jî ev e ku tixûbên Mîran a niha jî bi çand û hinêk nuansên biçûk wek şîweyê ziman, cil û berg û van tiştan ji hev kifş in. Hesenkêf zimanê Erebî daye pêş. Ji ber kû Eyyûbî dûr û dêrêj li nava Ereban mane û gava bûne hâkimê Mêrdîn û Hesenkêfê jî, îdareyê ji Artûqiyan standine. Mixabin ku zimanê fermî yê Artûxîyên Selçoqî ango Atabegiyan jî Erebî bû û hikmê vana gelek dom kirîye.

Piştî ku Eyûbiyên bi rizayê xwe dest ji Hikimdarîya Hesenkêfê kişandin, welatê xwe dane Osmaniyan. Osmaniyan jî Hesenkêf kirne Sancax ku di keydan da bi navê ‘Osmanlı Klasik Sancağî’ tê bi nav kirin. Di vê hinda vê da Sêrt jî weke vê derê bûye sancaxeke Osmanîyan ya Klasik. Klasik, mana xwe ew e ku rêvebirên van sancaxan ji alîyê dewleta Osmaniyan va dihatin kifş kirin. Belê di tu wext û zemanî da Osmaniyan ev cûre sancaxan jî bi biyanîyan dane girtine û her û her fermanrewayên hemî sancaxan her ji Kurdistanê bûne, her esilzade bûne û her Kurd bûne. Sêrt vê dawîyê bûye Lîwa. Lîwa, weke baregehek leşkerî ye.

Ya rast ew e ku vê rastîyê hemî Sêrtî jî dipejirînin, Malbata Mala Axê, malmezinên bajarê Sêrtê ne. Salên 1950yan Sêrt bajarekî Kurdistanê bi Ereban dagirtî bû. Yanê ziman û şekl û şemala vî bajarî heya salên 1960ê wiha bû. Ku yekê Kurmanc mala xwe dibira Sêrtê, piştî çend salan ew jî dibû Ereb. Niha malbatên Sêrtiyan ku bi esl û astar Kurd in û ji dorûberên Sêrtê qetîya ne bûne Ereb û xwe winda kirine gelêk in. Wek mînaka Seydayê Navdar Mela Xelîl ku Hîzanî nin. Dîsa Weka Malbata Mihemed Nebîl Oqtay ku ji Mala Xelîlê Simê ji Qubînê ji Eşîra Elikan bûn.

Rehmetîyê Emer Tûrhan Xwarzîyê malbata min e. Diya wî Zimrete Xanim keça Mela Nûredînê Hacî Mihemed Efendî ye. Haci Mihemed Efendî Mamê Babê min e. Xwişkên Emer çendin ez nizanim lê bi Emer Farûq, Elî Heyder, Osman û Bekir Sitqî va çar bira nin. Herçar bira jî welatparêz bûn. Osman Xoce û Bekir Sitqî sax in. Keç û kurên Emer, Dara û Sara li cem Dayîka xwe ya hêja Gulden Xanimê ne. Babê Emer Şebab Efendi navên Çaryaran li çar kurên xwe danî ye. Ewî gelek ji Hezretê Pêxenberê Axirzemanê û çaryarên wî hez kirî ye.
***
Me dîwana Emer germ kir. Bi rastî di salên 60î da Emer li kîja mekanî runişta hema pêra pêra dîwana Babê Dara germ dibûya. İnsanek helîm, selîm, merd û camêr bû. Bekir Siktî bi dirûfetê xwe kopyayê Emer e. Ji ber vê yekê gava ez Bekir dibînim, weka ku Emer bibînim. Bêna min gelêk bi Bekir derdikevê. Dara jî li babê xwe çûye.
Di salên 60ê da ku em li bajarê Amedê memur bûn, Botîyên Amedê gelêk ji Emer hez dikiran. Bi Botîyan, Şirnexiyan, Sêrtiyan û Sasûniyan ra têkilîyên wî xurt bûn. Di tenzîm û xebatê da jî bê qusûr bû. Tenzîma PDKT ya Sêrtê, Botan, Şirnex, Mêrdîn, Nisêbîn, Kiziltepe wî dimeşand. Emer bi rastî xwe bi welatparêzan dabû qebûl kirin. Baweriya welatparêzan pê dihat. Emer hêjayê pesnê ye. Ew wek prensêk bû. Şexsiyetekê qedirbilind û hêja bû.

Sala 1967ê gava Seîd Elçî hate sirgûn kirin ku wê biçûya Kutahyayê, Ez dibêjim ka di heyva Êlûnê da, me li Amedê civîn kir û biryar da ku Emer wekîltîya Seîd bike. Emer çend heyvan wekaleten Sekreteriya TKDPyê kir.

Di vê sala 1967ê da Emer çû beşdarî Kongra Partiya Hemîdê Hacî Derwêş û Cigerxwîn bû. Li Şam û Heleb û Qamîşlo li wan hevalan bû mêvan. Gelêk sepêrhatîyên xwe û Mamoste Cegerxwîn ji me ra qise dikir û me dikenand. Çewan ku digo Ustad gelek esprîtör( henekçî) bû. Hevaltiya Seyda pir li xweşê wî hatibû. Piştî 12yê Adara 1971ê û ‘Balyoz Hereketî ‘ Emer Turhan careke din derbazi Sûrî bû. Di wê navê da Seîd Elçî hate qetil kirin. Piştî ku Seid hate kuştin, tiştên gelêk ne li rê û bê usul û qaîde derketine holê. Emer çikir ez nizanim. Lê ez dizanim ku sala 1975ê dageriya hate Bakûr, midetêk şunda bi nexweşaniyek dijwar ket û ço dilovaniya heq.

Ez dixwazim li ser nexweşanîya Emer agahdarîyek ku min ji birêz Feyyaz Ekmen yê Kercewsî bihîstiye li vira neqil bikim. Emer Sala 1975ê nexweş ket, birayên wî ew birine Enqerê. Ez çûm min serî lê da. Brayên wî Emer tenê nehiştibûn. Mamoste Osman wê gave pêva bû. Di ranê wî da birînek çêbibû. Gava min serî lê da û weke heftiyek li Enqerê mam, morale wî xweş bû. Ne yê tirsê bû. Li Dişkapî, li ser rêka Telsizlerê, nêzî Altındağ Tiyatrosu Oteleke bi nave Emek ya nasên wan hebû, ne xeletbim otêla Kurtelaniyan ya Suat Özel bû. Emer li wê otelê dima. Piştî ez dageriyame Tetwanê. Min hey pirsa wî dikira. Lê rakiribûne Xestexaneyê.

Nexweşxana Ankara Ihtisas ê. Gava ku wefat kir û cenazeyê wî anîne Eruh veşartin em ji Tetwanê dost û heval çûne tazîya wî. Hê wê demê malbata wî digotin ”Emer kuştin, ew ne bi nexweşiyê mir”. Nihajî vê yekê dibêjin û israr dikin. Belê naxîne resmiyetê. Meriv divê yekê da dixwazê fêrî rastîyê bibî. Hertişt li nîzama dewleta ergonekaniyan dixwe. Wan yên weke Turgut Özal û Eşref Bedlîsî jî bikujin. Lê ya ku Mamoste Feyyaz Ekmen ji min ra got, ewi Dr. Ekrem Ekmenê pismamê xwe birîye Nexweşxana İxtisasê xwestîye ew ji nexweşîya Emer teşxîs bike. Dr.Ekrem Ekmen Emer muayene kirîye, gotîye “ev birîna ku di ranê wî da derketî ye, ji ber ku mideteke zêde li ser raza ye çêbûye.” Piştî ku Emer mir û malbat kete şikê, Mamoste Feyyaz ji Doktor Ekrem pirsî ye ka meriv bi wê birînê dimirin ango na. Dr. dibêje ne mimkine meriv ji ber wê birînê bimirin. Emer li Enqerê di 27/11/1975an de wefat kiriye. Li gor tesbita kararê mehkema Antalyayê ew di 05.08.1936an da li gundê Dihê ku li ser Navça Eruh’ye hatiye dinê. (1936 – 1975) Emer 39 salî çûye rehmetê.

Salên 1975an ne weka salên 2012an bû. Niha ku ji malbatek ra şibheyek çêbe, dikare raporek daxaz ke. Gilî bike û li mafê xwe bipirsê. Turgut Ozal hate kuştin, heya salek berê malbata wî newêriyan bikevine peyî meseleyê.

Di sala 1969ê da em ji hepsa Antalya hatin berdan, pismamên Emer yên Sêrtî weke Malbatên Kayra, Turhan û Ertekînan li Emer xwedî derketin, şol danê, bû midûrê Otêlêkê. Dr. Yusuf Ezîzoğlu ji Emer daxwaz kir ku bibe berpirsyarê YTPê ya bajarê Sêrtê. Emer piştî ku destûr ji Seîd Elçî girt, bi miweqetî, ji bo salêkê bû Serokê Teşkilata YTPê ya vî bajarî.

Wê demê ‘Milli Bakiye Sistemi’ di rewacê da bû. Baraja helbijartinê tunebû. Emer bi hêsanî dibû parlamenter, lê siyaseta PDKTê ne ew bû ku em carek din xwe bikin Tirk û di xeteke berevacîyê doza rizgariya Kurdî bimeşînin. Me hê di wan deman da dizanîya ku bê heqên taybet û yasayî Tirk me bixin serkkomar jî feyde nake. İro jî wisa ne, lê hingî ku dilê Kurdan bi Meclisa Mistefa Kemal va ye, xwe li nezanînê datînin û birêk berdilîyan didine ber dilên xwe û pêdivîyan dihejmêrin. Niha jî ketîye serê xelqê ku wê Meclis me xilas ke. Ez nizanim ka kîjan meclis û şehredariyan miletên bindest rizgar kirine.

Di wê heysebeysa helbijardina 1969ê da ez çûme bajarê Sêrtê min Emer ziyaret kir. Li Otêlêke pismamêkî xwe Midûrtî dikir. Wê rojê Bakî Cartî me dawetê taştê kir. Piştî ku me nanê nîvro xwar, Memed Nebîl Oktay û Idrîs Arîkan jî hatin Ofîsa Baki Carti xêrhatinê li min dan û gelêk qedrê min girtin. Wê gavê bi rastî siyasetvanan siyaneta me digirtan. Giranîyeke me hebû. Navê Partiya Demoqrata Kurdistanê siyasetvanan celb dikir. Wê rojê li Ofisa Baki Cartî di navbera min û Mehmed Nebil Oktay da sihbetêkê germ borî.

Dixwazim vê bîrhatinê qeyd bikim bo siyasetmedarên me yên ku aşiqê parlemanê ne mîsaleke balkêş e. Bila ev jî xêra Emer Tûrhanê hêja û dilsoz bibe guhar û bikevê guhên perlemanîstan.

Min go :” Memed Bey, te niyete ku xweda hez bike bibî parlementer û biçî Enqerê..

Go :”- Belê ras te.”

“Bo çi diçî ?

“Çewan bo çî ?

“Yanê hun bo çi bûne talibê endamiya parlemana Tirkîyê? Bo meaş û aboriyê ye, bo navê xwe, yanê bo şohretê ye, ev yek hobiyek e, an bo ku bi rêka siyasetê xizmetêk ji vî bajarî ra bikî?

“Armanca min xizmet e.

“Li ser navê kî? Yanê li ser navê Tirkan, Kurdan ango li ser navê Ereban wê tû biçî?

“Ezê hemiyan temsîl bikim.

“Niha tu parlementer î û li Meclisê yî. Wê tû bikaribî Kurd û Ereban temsîl bikî, mafên wan yên insanî biparêzî? Tû dikarî Bêjî eva 46 sa lin we herêma Kurdan ihmal kirîye. Divê ku ev herêm bi pêş bikevê heya bighê dereca herêmên Mermere û Egeyê.

“Bo çi nikarim.

“Na, ne tu ne kesekî din nikare. Eva tecrûba Dr.Yusif Ezîzoxlî li ber çavan e. Gava ku bibînin hun li aştî, wekhevî û mafên insanan digerin û bi ber herêma xwe dikevin heman pêre pêre rê li ber we digrin.

“Başe çara vê çiye?

“Çare ev e ku em Kurd berî her tiştî xwe bi wan bidin qebû lkirin. Di Anayasa Tirkîyê da hebûna me û mafên me bêne derc kirin. Em li gora heq û maf û statuya xwe herin meclisê..

“Dereng dikevê. (Memed Beg û civat keniyan) Min go:

“Wê bi vî rengî derengtir bikevê û ev rê xelet e. Ev rê Kurdan naghêjînin hedefa wan.

Mihemed Nebîl Oktay bû mebûs, bû wezîr, bi salan û salan bajarê Sêrtê temsîl kir, di qedera Sêrtê û Sêrtiyan da tû tişt neguherî. Tiştê ku guherî, parlemanê Sêrtê Teyib Erdoxanê Rizeyî bû Başbakan. Sêrtî jî bi vê yekê iftîxar dikin. Ev yek ji bo bê eslan nemeta Xwedê ye. Bi rastî jî pirsa Kurdan ne tenê derengtir ket, Kurdan û Tirkan serê ben winda kirin. Tirk jî mane şaş, Kurd ji gêj û şaş, nizanin ka çewan vê meseleyê hel bikin.

Emer di wê salê da (1969) Serokê YTP a Dr. Yusif Ezizoğlu yê teşkilata bajarê Sêrtê bû. Melûmê we ye ku wê gavê Şirnex û Batman jî navçeyên Sêrtê bûn. Dr. Usiv Beg bo ku Teşkilata Sêrtê tenzîm bike jê rica kir. Emer pirsa xwe bi me kir. Me jî bo xatirê Yusif Beg destûr da Emer ku bi miwaqetî heya piştî seçimê vê wezîfeyê bistînê, lê bi şertê ku nebe berendamê parlemanê. Li gora siyaseta me, me di helbijartinan da piştgirîya endamên welatparêz dikira lê em tevlî siyaseta Tirkan nedibûn. Me welatparêzan di wan deman da berendamên weke Nûreddîn Yilmaz û Dr.Yusif Ezizoğlu; ango Dr.Tarîq Zîya Ekîncî û Canib Yildirim destek dikir. Piştî me partî danî me biryareke waha da bû. Di wan deman da têkilîyên hemî siyasetvanên Kurdan bi me ra germ bûn.
Emer serê lîsta YTPê, da Şêx Silheddîn Oran ê Şêxê Xalidî ye. Şêx Silhedîn bi dengên Sêrt û Botan bû parlamenter. Di vir da em dibînin ku Emer Turhan xwedan misyon û qarizma bû, têkiliyên wî bi xelqê ra germ bû û bi rastî Emer pêşkêşêkê xelqê xwe bû.

Gava ku sala 1968ê di xilaziya meha adarê da me ji Amedê li otopozekê kelpixî siwar kirin berê me dane Hepsa Antalyayê, destên min û Emer bi hevra kelemçe kirin. Tîmek Cendirme û Başçawîşêkê çar şerît me dibirin xopana Antalyeyê. Malbat û dost û nasan di vê sewgura sibê da li İzzet Paşa Ceddesî, li ber derîyê Serayê bi rondîkên bêçareyîyê me rê kirin. Gava ku otopozê hereket kir û ji Amedê derket berê xwe da Sêwerekê, min di guhê Emer da go: – Tû dizanî? Dilê min dibê kelama ‘haware Xalo, ez girtîme li xerîbîyê ‘ bêje.”

Ewên rûniştîne: Zibeyr Yıldirim, Şefik Issi, Emer Turhan, Şakir Epözdemir, Mela Nezir Aydin. Ewên şipiyane: Mela Abdurrahman Uçeman, Mehmed Siddik Gül, Şükrü Alpergîn, Said Elçî, Derviş Akgül (Hepsa Diyarbekirê, Meha Sibata 1968ê)

Emer kenî go: “Hema bawer bike di aqlê min da jî ev yek borî, lê eva tu xalê min î, de min xilaz ke. ”Erê. Destên min di kelemçeyê da li pêşîya ekserê Romê me Xalo!
Destên hevalan bi destên cendirman va bûn. Ku ne xeletbim, destê Seîd Elçî û Derwêş Akgül jî bi hevdu re girê da bûn.. Destê min û Emer sist bûn.. Me destên xwe derdixista, gava em peya dibûyan me dîsa dikira nava wê xeleqê. Gava ku em ketin otobozê û ez pê hisiyam destên min sist girêdan e min meseleyê gote Emer, wî go : “Ez dizanim, ev Başçawîş dostê min e. Gava ez li Sasunê Başkatibê Mehkemê bûm ev jî li wir bû. ”Emer midetêk li Sasûn memurtî kiribû, vê paşî yê hate Diyarbekir di Ozel İdarê da xebitî. Piştî hingê bu Muhasibê Çocuk Yuvasi ya Amedê.

Di hepsa Antalya yê da Ez û Emer û û Seid Elçî û Mamê Şefîq li tenişta hev radiketan. Wê gavê rihetsizîyêkê Emer hebû. Zor xwîdan dida. Her şev çend caran pêcemayên xwe diguhart. Belê digo ”ez baş im. Tiştêkê min tine.” Min ji Kekê Seîd ra go, Seîd jî da û ne da Emer neçû doqtor. Emer hebek ketûm bû, kêm diştexilîya û xwe ihmal dikira. Fedekarî dikira. Kêmasiyek bihata serê hevalekî hema di cî da lê digerîya û ihtiyaciya wî hevalî çareser dikira, lê derd û ihtîyacîyên xwe yên şexsî nedigo kesî.

Yek bi navê Muharrem ji Qersê Edlî Mehkum bû. Miherem Elewî bû. Bi Kurdî nizaniya. Ji Emer gelêkî hez dikira. Digo “Emer Abê ben seni çok seviyorum, fakat ne yazik ki adin bozuktur.” Yanê digo ku ez ji te hez dikim belê navê te ne bi dilê min e, ango navê te bê tam û bê melêz e. Emer digo “-Miherem, navê minê eslî Emer Farûq e, başe ku tû vê yekê nizanî.
Navên birayên min Elî Heyder, Osman û Bekir Sitqî nin. Babê min dilê her kesi xweş kiriye, dilê misilmanan ji xwe nehiştî ye. Navê çaryaran daye me.

Emer di Ozel Idara Amedê da Memur bû. Vê dawîyê Sîracedîn Ünlü yê Şexê Leter a Melazgirê, li Amedê Midûrê ‘Çocuk Yuvası’ bû û Endamê Partî bû, Emer bire ba xwe wî kire Muhasibê Yuwayê.

Seraceddîn Ünlü jî bi me ra mehkeme bû. Ew cezayê dane me, wî cezayî dane Serecedînê kurê Şêx Sebri yê Leterî jî. Malbata wan gelek malbatek welatparêz û pak û paqij e. Xwendevanêkî zekî û zîrek bû Seraceddîn. Belku hun Seyda Mela Ebdirehman Ünlü yê apê wî bêhtir nas bikin. Seracedîn xarzyê Birêz Melik Firat e. Ew jî kete ber tofana operasyona TKDPyê, midetêk serbest xebitî. Li Patnosê dikana Konfeksyonê vekir, paşê li wezareta Sosyal Güvenliğê seksyon midûriyek bû, di dereceyek bilind da teqaud (emekli) ye. Ez dibêm ka sax e. Lê di delavê siyasetê da piştî Mehkema Antalyayî me êdi hev nedît. Seraceddîn gelek însanek şîrîn bû. Her wisa malbata wana şêxên Leterê ne, Malbata wan jî di Mesela Şêx Seîd Efendî da cefa kişandine, sirgûn bûne û binxet bûne. Ew jî ketibûne ber tofana doza Kurdistanê. Wey Kurdistan Kurdistan! Navê te çi şîrîn e! Di pêşiya operasyona MİTê ku me 19yê heyva 1ê ya 1968an girtin bi heyvek, me qerar stand ku Seraceddin Ünlü bibe endamê Koma Navkom û li Enqerê me temsil bike.

Emer, Dereng zewicî. Xezûrê wî Hesen Axaoxlu jî di Ozel İdara Amedê da şef bû, ku ez ne xelet bim vê paşî yê bu Midûr. Midûrê beriya wî Seîd Mutlu bû.
Hesen Beg jî ji Mala Axê pismamê Emer bû. Xesuya Emer Hikmet Xanim Şirnexî bû û şêrejinêke gelek qenc bû. Di delavê Kurdewariyê da jî bi xîret bû. Hikmet xanima Gulden a keça xwe da Emer, daweta wan kir, midetêk şûn da em hatin girtin, Hikmet xanim Gulden bire Mêrdînê cem xwe û gelêk emek bi zarokên Emer ra da. Dr. Hiseyn Axaoxlî jî bûrayê Emer e. Ew jî zilamek hêja ye lê winda ye.
Gava em ketin Hepsê, Hesen Axaoxlu bûbû Midurê Özel İdara Mêrdînê. Em li Hepsa Diarbekirê da girtîyên cimhûrîyetê nin, mizgîniya jidayîkbûna Dara hate hepsê. Emer navê kurê xwe danî DARA. Em pir kêfxweş bûn bi vê bûyerê. Ji xwe me li hepsê her digo em Kurdistanek azad nabînin, wê zarokên me bibîn in. Hivîdarim ku wê Dara û nifşên Dara rojên serbest û azad û serfiraz bibînin. Piştî Hepsê jî keçek ji Emer û Gulden Xanim ra çêbû, Emer navê vê qîza xweşik jî danî SARA. Niha navê kurê dara jî Emer e.

Bila Dara û Sara bi babê xwe her serbilind bin. Xweda babêk mîna babê wan nake nesîbê her kesî. Şîrînîya Emer, Hesreta Emer hîç ji dilê min dernakevê, Faîq, Seîd, Emer û Zibeyr Axa gelek zû çûne dilovanîya heq. Cîyên wan ceneta rengîn be inşellah.

Şakir Epözdemir
[email protected]

(Platforma Neteweyî)
Back to top button