Ji ser Amedê xwendina Tirkiyê

14ê Tirmeha 2012 an de, li Amedê bi seranserî bajêr, li her der û deverê, li her kolan û kuçeyan pevçûn hebû. Hêzên ewlekariya Tirkiyê û gelê Kurd di nav şerekî de bûn. Di destê xortan de kevir, di destê jin û mêran de jî ti tişt. Polîsan xwe bi teknolojiyê pêçabûn. Wek robocopa. Di destê wan de çek, li serê wan kask, cop bera. Û panzer û wesaîta Toma û bombeyên gazê û ava bitazyîk. Dema mirovekî ew dûmenana bidîtana û nezanibûya ew bûyerana li kîjan welatî ji bo çi diqewimin, teqez ê texmîna xwe ji bo Filistîn, ji bo Iraq û Suriyê bikarbianiya. Qey te digot Îsraîl, êrîşa bajarê Gazeyê kiriye û Filistînîya bi nefreteke zêde, bi şîdeteke bêsînor dixwaze ji holê rake. Qey te digot rejîma Beşşar Esad, êrîşa muxalifan kiriye û ku kî li ber dest û lepê wan dikevin, digirin û dixwazin tine bikin.
Gelo çima ev nefret û rik û bêtehemulî? Tenê partiyeke legal, mafekî bingeh a ku ji zagona bingehîn digire xwest bikarbîne. Mafê partiyeke sisasî tine ku li welatê xwe, li bajarê ku herî zêde temsîliyeta xwe heye mîtîngê lidarbixîne. Li heman welatî, her partî û bi taybet jî desthilatdar, mîtîng û civînê xwe, l stada lidardixîne. Pekî ji wan re serbest e, ji van re çima qedexe ye? Ma li vê welatî du hiquq heye? Yek hiquqa muqtedîran, yek jî a bindestan. Ma navê vê demokrasî ye?
Çapemeniya welatekî kare çawa guhê xwe, çavê xwe û devê xwe ji parçekî re, ku her tim tê gotin, “welat parçeyeke, nayê parçekirin”, bigire. Dîsa, çawa kare bi bêferesatî berevazî bike? Rojnameyekê manşet avêtibû, “parlementeran êrîşa polîs kir.” El însaf. 3 Parlementer birîndar kirin û linge yekê şikandin. Şaredarek birîndar kirin. Zarok, bi awakî eşkere li kolana dane ber êşkencê. Heta heta bombeyê gazê avêtin mala Xwedêi mizgeftê. Xortek li mizgeftê girtin, bi hesin ve kelemçe kirin û dane ber copan. Û bi heman şêwazê bi sedan dîmen.
Hevdîtina Leyla Zana û Erdogan, hêviyek peyda kiribû. Her çiqas hêviyeke biçûk bûya jî, mirov digot, pêwiste şansekî bidinê û gavên paş li vê hevdîtinê bibînin. Lê ne zêde, hîn mehek derbas nebûye ji ser hevdîtinê de, manzara ku em dibînin, nîyeta ti kesî tineye ku vê pirsgirêkê çareser bike. Her diçe dixwazin hîn zêde gelê Kurd bifetisînin.
Gelo heta kengî ev neheqî wê bajo?