Dosya

Navbera Kurdistan û Îrlandaya Bakur peymana hevkariyê

Îro roja duşemiyê 16.07.2012ê li bajarê Hewlêrê di navbera Kurdistan û Îrlandayê de peymaneke lihevtêgihiştinê hat îmza kirin.

Di mersimekê taybet de, rêkeftina hevkariyê, ji teref Kurdistanê ve Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmrta Kurdistanê û ji teref Îrlandayê ve jî ji aliyê xanim Arlen Foster wezîra bazirganiya hikûmeta Îrlandayê ve hat îmza kirin.

Armanc ji vê rêkeftinê bihêzkirina têkeliyên navbera Kurdstan û Îrlandaya Bakur e, bi taybetî têkeliyên di warê hilbirîn, bazirganî, perwerde, xandina bala, çandinî, tûrîzim û lihevguhartina zaniyarî û pisporiyê ye.

Piştî îmzakirina peymana navbera Kurdistan û Îrlandayê de, Felah Mistefa û Arlen Foster di preskonferensekê de behsa naveroka peymana di navbera her du aliyan de kir.

Arlen Foster wezîra bazirgniyê a Îrlandayê got:

– Ez, îro, gelek kêfxweş im ez li Kurdistanê me. Ez gelek kêfxweş im digel hevalê xwe Felah Mistefa peymaneke lihevtêgihiştinê îmza kir û bi rêya vê peymanê têkeliyên di ware kulturî, hilbirîn û bazirganîyê de digel herêma Kurdistanê pêş bixîn.

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got:

– Destpêkê bixêrhatina birêz xatûn Foster wezîra bazirganiya Îrlandaya Bkur dikim. Piştî ku, wê parsal di meha oktoberê de serdana herêma Kurdistanê kirî, me her du aliyan hizira îmzakirina peymaneke lihevtêgihiştinê kir daku, bikarîn zêdetir têkeliyên xwe digel Berîtaniya bi giştî û bi taybetî digel Îrlandaya Bakur pêş bixîn. Em, îro, kêfxweş in li hember serdana wê bo Kurdistanê û îmzakirina vê peymana lihevtêgihiştinê. Bi rêya vê peymanê hevkarî û hevahengiya di warên hilbirîn, zîraet, pîşezaî, xandina bala, tûrîzm û teşwîqkirina berhemêneran berfirehtir dibe.

Herwesa, Mistefa got ku, liberçavgirtina ew rabirduyê her du aliyan heye û bi armanca cîbicîkirina dîtinên her du aliyan ji bo ketine nav cîhaneke nû, pêşkeşkirina wêneyekê nû yê herêma Kurdistanê û Îrlandaya Bakur: “me her du laiyan xwest bi vê pêngavê ji bo wê hevkariya navbera me de heye çarçoveyekî deynin.” 

Back to top button