Tirkiye ti giringiyê bi daxuyaniyên berpirsên îraqî nade
Wezîrê enerjiyê yê hikûmeta Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de bersiva berpris û rayedarên hikûmeta Îraqê da û got ku, Tirkiye dê li ser hinartina nefta Kurdistanê berdewam be.
Roja Îniya çûyî Taner Yeldiz wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê gotibû ku, hinartina nefta xam a herêma Kurdistanê bo Tikriyeyê dest pê kiriye, li ser vê yekê hikûmeta Îraqê reaksyoneke dijwar nîşan da û Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûberên enerjiyê got:
– Razîbûna Tirkyeyê liser hinartina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê, binpêkirina rêkeftina navbera Bexda û Enqerê ye û divê Tirkiye bi rêya wezareta nefta Îraqê neftê ji Îraqê bikire.
Elî Debax berdefkê hikûmeta Îraqê jî daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kir ku, hinartina nefta herêma Kurdistanê ragirin û ew karê hikûmeta Kurdistanê dike karekî (neqanûnî ye):
– Eger Tirkiye berdewam be dê têkeliyên navbera Bexda û Enqereyê ziyanên mezin bigehinê. Ev pirs pirseke îraqî ye û divê di çaçroveyê Îraqê de bê çareser kirin. Çênabe Tirkiye di vî warî de mayê xwe tê de bike.
Îro Taner Yeldiz wezîrê enerjiya Tirkiyeyê got ku, hikûmeta Tirkiye ti giringiyê bi daxuyaniyên berpirsên îraqî ande û dê li ser hinartina nefta Kurdistanê berdewam bin û got jî ku, niha hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hinartina xazê jî digel herêma Kurdistanê di nav danûsdtandinan de ye.