Paneromaya Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê
Li Sûriyeyê zûlm û zordariya dîktatoriya esedî û baasî dom dike. Dîktatoriya Esed naxwaze ku dest ji desthilatdariya xwe berde.
Li Sûriyeyê desthilatdarî di dest grubek mezhebî ya biçûk ya elewiyan/nasuriyan de ye. Nasurî jî ji sedî 20ê civata Sûriyeyê teşkîl dikin. Lewra li Sûriyeyê piraniya miletê ereb û miletê kurd bi giştî sinî ne. Ji derveyî misilmanan jî, grubên din yên etnikî jî ne misilman in, xirîstiyan in.
Li Sûriyeyê desthilatdariya nastûriyan, baasî û esediyan 45 sal e ku dom dike.
Li Suriyeyê hemû gel ji maf û azadiyên xwe yên mirovî, siyasî, civakî, demokratîk bê par in.
Miletê kurd ji hemû mafên xwe bê par e. Kurdistan di bin desthilatdariya dewletê de di nav pergelek kolonî de ye. Piraniya kurdan hemvelatî jî nebûn. Piştî serîhildana Newroza 2011-an ji bona kurd serî hilnedin û bi mûxelefeta ereb re nebin yek, mafê hemvelatî dan beşek kurdan. Lê kurdan baş dizanîn ku ew lîstikek e. Bi ev lîstika rejîma baasî û esedî nehatin xapandin.
Kêm neteweyên din jî (Tirkmen, Çerkez, Ermenî hwd.) ji hemû mafên xwe bê par in.
Li Sûriyeyê herkes nikare ku bi azadî partiyan ji aliyê yasayî de ava bike. Bes partiyek desthilatdar e. Ew partiya jî partiya baasê ye. Ji derveyî baasê heta van salên dawî partiyên çep, nasirî, komunîst jî qedexe bûn. Bes ev salên dawî ji bona ku gel bixapînin û mûxelefetê bixin bin kontrolê, ji partiyên din yê ereb re derfet çêkirin ku ji wan jî yek û du kes bibin mebûs.
Lê di meclîsê de bes partiya baasê biryardar û desthilatdar e. Qanûn ji aliyê mebûsên baasê de tên çê kirin.
Partiyên kurdan û kêmneteweyên din bi tevayî qedexe ne. Bes carekê derfet dan kurdan ku kurd bibin mebûs. Pişt re kurdan fahm kir ku ev yeka lîstikek e, carek din beşdarî hilbijartinan nebûn û hilbijartin boyqot kirin.
Ji bona serokatiya dewletê hilbijartinek sexte her çal salê carek pêk tê. Di encama hilbijartinê de heta Hafiz Esed mir, ew bû serokdewlet. Piştî wî jî lawê wî Başera Esed bû serok dewlet. Nûha jî Beşar Esed wek serokdewlet zûlm û zordarî didomîne, biryardarê mitlaq û yekem e.
Sûriye her çiqas ji aliyê partiya baasê de tê îdare kirin jî, di wê qadê de jî rafinebûn heye. Bes bûrokrasiya sivîl, leşkerî û îstîxbaretê Sûriyeyê îdare dike.
Li hemberî dîktatoriya baasê sê mûxalefetên xurt hebûn. Yek ji wan mûxalefeta Kurdan bû: Ji aliyê çend partiyên kurdan de dihat meşandin. Yek ji wan mûxelefeta çep bû: Ji aliyê çend partiyên komunîst de dihatin meşandin. Yek mûxalefet jî mûxalefetek civakî û fireh bû: Ew mûxalefeta jî ji aliyê “partiya birayên misilman” dihat meşandin.
Dîktatoriya Baasê di sala 1982-an de, ji bona ku mûxalefeta civakî ya Îslamî ya “birayên misilman” ji holê rake li Hama û Hûmûsê qetlîamek pêk anî.
Ew demê Sûriyeyê bi her awayî ji dinyaya rojava re re girtî bû, bes ji dinyaya sosyalîst re vekirî bû. Hezar mixabin dinyaya sosyalîst, ji qetlîama Hama û Hûmûsê re çavên xwe girtin. Ji diktatoriya baasê re piştgirî kirin û bi sucê/tewana wan re bûn şerîk.
Lê piştî ku li Rojhilata Navîn û li dinya ya ereban “bihara erebî” dest pê kir, welat û rejîmên ku li Rojhilat bûn û ji dinyayê re girtî bûn; ji dinyayê re vebûn û ketin bin çavdêriye dinyayê.
Li Misirê û Tinûsê û Lîbyayê guhertinên pêk hatin li welatên din jî tesîrek mezin çê kirin. Li Sûriyeyê jî di Adara 2011-an de serîhildana sivîl dest pê kir. Her ku çû mûxalefet mezin bû. Dinyayê ji Esed û baasê daxwaz kir ku li Sûriyeyê pêvajoya demokratîzebûnê û reforman dest pê bike. Îzin bide ku partiyên ji derveyî baasê ava bibin, partiyên veşartî û îllegal karên xwe dimeşînin, azad bin.
Rejîma Sûriyeyê ev pêşniyaran nepijarandin. Rêya şer da ber xwe. Heta nûha nêzikî bist hezar (20 000) kes kuştiyê. Hîn jî qetlîama xwe didomîne.
*****
Ji qetlîama Sûriyeyê re Rûsya, Çîn, îran, Malîkî (Iraq), Hîzbullah, PKKê piştgirî dike.
Nûha pirsa Sûriyeyê bû pirseke navneteweyî. Beriya çend rojan li Parîsê dewletên “Dostên Sûriyeyê” civîn pêk anîn. Di destpêkê de 40 dewlet, di civîna duyemîn de 60 dewlet, di civîna Parîsê de ji sed dewletî zêdetir dewlet beşdarî civînê bûn. Ew jî diyar dike ku meşrûiyeta rejîma Sûriyeyê kêmtir bûye, dijminên rejîma Sûriyeyê zêdetir bûne.
Di civîna “dostên Suriyeyê” de Emerîkayê li hemberî Rûsyayê û Çînê siyaseteke tûnd û hişk meşand. Gelek aşkere diyar kir ku heger Rûsya û Çîn ew siyaseta xwe ya ji Sûriyeyê re piştgir bimeşîne bedela vê helwetê dê mitlaqa bidin.
Piştî ev helwesta Emerîkayê Rûsyayê di helwesta xwe de nermiyek û gûhertinek gelek biçûk çêkir. Diyar kir ku heta ku li Sûriyeyê ev rewşa dom bike ew dê çek nefroşin Sûriyeyê.
Navneteweyîbûna pirsa Sûriyeyê pêş dikeve. Ew bi xwe re çareseriyek giştî û navneteweyî tîne. Wê demê jî çareserkirina pirsên Suriyeyê yên demokrasiyê, yên kêmnetewan û miletê kurd jî dê di çarçeweya pîvan û modelên navneteweyî de bê çareser kirin.
Heger bi mûdaxeleya Tirkiyeyê rejîma baaasî û esedî bê rûxandin, wê demê li Sûriyeyê avabûna demokrasiyê neqis dibe, miletê kurd bi her awayî nagihîjin mafên xwe yên milî. Bi taybetî jî li Kurdistanê desthilatdarbûn û otonombûna Kurdistanê gelek zehmet dibe.
*****
Li hemberî rejîma baasî û esedî mûxalefet fireh dibe. Lê mûxalefet di nav xwe de xwediyê yekîtiyek nîn e. Di civîna Qahîrê ya van rojên dawî de jî mûxalefetê pirsên xwe nikarî çareser bike.
“Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê” ji bona pirsgirêkên xwe mecbûr bû ku kurdekî, Ebdulbasid Seyda bikin serok. Ebdulbasit Seyda, dostekî min yê hêja ye. Ew ji mûxalefeta radîqal ya kurd tê ye. Ew biraziyê Sekreterê Giştî ya Partiyên Çep ya Kurdên Sûriyeyê yê Îsmetê Seyda ye. Ew bi xwe jî endamê partiya çep bû.
Ebdulbasid Seyd hîç şik tune ye ku dixwaze di navbeyna mûxalefeta ereban û kurdan de rolek baş bilîze. Pirsgirêkên navbeyna mûxalefeta ereb û kurd ji bona ku çareser bibe hewil dide.
Hezar mixabin wê hewldanê hîn encam nedaye. Lewra di civîna mûxalefeta ereb û kurd ya li Qahîreyê jî kurdan û ereban li hevûdu nekirin. Loma jî “Meclîsa Neteweyî ya Kurdên li Sûriyeyê” û partiyên din yên kurdan civîn terk kirin.
Di daxûyaniya dawî ya civîna Qahîreyê de nehat xwestin ku ji gelê kurd wek kategorîk were qal kirin. Lê dema ku mûxalefeta ereban dîtin ku ew rewşa dê xeteriyekj mezin derxe holê mecbûr bûn ku di daxûyaniyê de ji gelê kurd qal bikin.
Lê ev yekê jî têrê nekir ku di navbeyna mûxalefeta ereban û kurdan de yekîtî çê bibe.
Pirsgirêka mezin ya mûxalefeta ereban ew e ku di pirsa kurd de û bi taybetî jî di demokrasiya nû de xwediyê projeyek û bernameyek nîn e.
Demokrasî bes ji bona ereban tê xwestin. Kurd li derveyî demokrasiyê tê hiştin. Ji mafê çarenivîsiya miletê kurd re rêz nayê girtin û naye xwestin ku desthilatdariya siyasî bi kurdan re parve bibe û kurd li Kurdistanê desthilatdar û serwer bin.
*****
Li Sûriyeyê miletê kurd bindest û kolonî ye. Kurdistan ji aliyê leşkerên dewleta Sûriyeyê de hatiye dagirkirin. Kurdistan welatekî metîngehkar e. Kurd ji hemû mafên xwe bê par in. Bi sed hezaran kurd hemvelatiyê Sûriyeyê jî nebûn. Piştî serîhildana sivîl dewlet ji bona ku kurd ji derveyî serîlhildanê bimînin, hemvelatîbûna wan pejirand.
Miletê kurd, ji sala 1957-an vir ve bi rêxistiniyek xûrt li hemberî dewletê mûxalefetekê dimeşînin. Di destpêkê de Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Suriyeyê û pişt re jî Partiya Demokrat ya Kurdên li Suriyeyê li hemnberî dewletê ji bona mafên milî yên neteweya kurd şer meşand.
Pişt re jî bi ya çend partiyan têkoşîna milî hat meşandin.
Loma jî li Sûriyeyê li hemberî dewletê mûxalefeta domdar ya bi rêxistinî, mûxalefet û têkoşîna miletê kurd e.
Kurdan di sala 2004-an de li Qamişliyê serîhilkdanek pêk anîn. Di wê serîhildanê de gelek birayên me yên kurd hatin kûştin.
Mûxalefeta ereban li hemberî vê qetlîama kurdan bê deng man. Loma kurdan jî dema ku di Adar a 2011-an de dest bi serîhildanê kirin, li hemberî serîlhildanê gelek bi îxtiyat tevgeriyan. Hîn jî ew îxtiyata xwe dom dikin. Lewra hîn di navbeyna mûxelefeta ereb û kurdan de jî bernameyek hevbeş nehatiye pejirandin.
Bi taybetî jî mûxalefeta ereban di bin bandor û tesîra Dewleta Tirk û beşek dewletên ereb de naxwazin ku mafê çarenivîsiya miletê kurd bipejirînin.
Dema ku li Suriyeyê serîhildana sivîl ya ereban dest pê kir, Li Rojavayê Kurdistanê gelek partiyê siyasî hebûn. Ew parçebûna tevgera rêxistinî ya kurdan jî encama siyaseta dewleta Sûriyeyê bû.
Di parçebûn û bêîtibarkirina tevgera Kurdistanê de rola PKKê jî gelek mezin bû. Dewletê dema ku ji PKKê re piştgirî kir du siyastên stratejîk meşand. Stratejiya yekemîn: Ji bona berjewendiya xwe PKKê li hemberî dewleta Tirk bi kar anî. Stratejiya duyemîn: Ji bona ku tevgera kurd li Sûriyeyê parçe bike, xortên kurdan re rê vekir ku biçin beşdarî tevgera çekdar ya PKKê bibin. Ji aliyê din bi rêya PKKê li hemberî qedro û serokê tevgera Rojavayê Kurdistanê qempenyek qiymetxistin dest pê kirin.
Sûriyeyê di ev siyaseta xwe de jî bi serket.
Di encamê de jî bi destê PKKê jî partiyek ava kir. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ev partiya ye. Di navê partiyê de jî peyva “kurd” jî tûne ye. Di vê merheleyê de jî Dewleta Sûriyeyê bi destê PYD li ser kurdan bi zor û zordarî kontrolê çê dike. Mirovan dide kuştin, didê revandin. Meşel Temo wûsa hat kûştin. Seroka partiya azadî Mistefa Cuma û gelek qedroyên tevgera kurd hatin revandin. Li ser endamên partiyên kurdan zulmek mezin tê meşandin.
Di navbeyna PYD û partiyên din yên Kurdistanê de pirsgirêk gelek mezin in. Loma jî di van rojên dawî de ji bona ku ev pirsgirêkan çareser bibin, serokê Kurdistanê Mesud Barzanî gaziyê hemû terefan kiriye û li Herêma Federe ya Kurdistanê bi wan re civîn çê dike ku pirsgirêkên wan çareser bike.
Serokê Kurdistanê diyar kiriye ku heta ku ew pirsgirêkên xwe çareser nekin divê ew mêvanên wan bin.
Lê ez di wê baweriyê de me ku PKKé û dewleta Sûriyeyê îzin nade ku di navbeyna partiyên Rojavayê Kurdistanê û PYDê de pirsgirêk çareser bibin. Lewra PYD partiya wan e. Sûriye hesabên xwe li ser wan dike û ji wan re dibe alîkar. Lewra bi rêya PKKê jî li hmeberî Dewleta Tirk jî şerekî dimeşîne.
*****
Dema ku serîhildana sivîl ya ereban dest pê kir di navbeyna partiyên Rojavayê Kurdistanê de yekîtiyek û di bernameyeke hevbeş de li hev kirinek tune bû. Lê di sala 2011-an de piraniya partiyên kurdan bir hev re kongereyek neteweyî li darxistin. 11 Partî, gelek cîwan û pêşengên civakî yên Kurdistanê beşdarî vê kongreyê bûn. Di kongreyê biryar hat gişrtin ku “Meclîsa/Encumana Neteweyî ya Kurdên Li Suriyeyê (ENKS)” ava bibe.
Bi vî awayî yekîtiya kurdan bi awayekî pêk hat. Meclîsê bi rêxistinên ji devreyî xwe re jî pêwendiyên xwe meşandin. PYD xerîc bi hemû rêxistina re pêwendî xurt bûne.
Meclîsa Neteweyî ya Kurdên li Sûriyeyê di çarenivîsiya miletê kurd de li hevûdu kir. Lê çarenivîsiya miletê kurd dê çawa û bi çi modelê pêk bê, di vê pirsê de di destpêkê de lihevkirinek tûne bû. Di nav wextê de ev pirsa jî ber bi zelalî diçe.
Beriya Civîna Mûxalefeta Ereban li Qahîreyê ev yeka ji aliyê berpirsiyarên meclîsê de wûsa hat diyar kirin:
“ENKS daxwaz dixwaze ko rewşa îdarî û biryara nenavendî û otonomî di desthilatdariyê de bêt çespandin û bi taybetî li herêmên kurdî. Ya baş ew e ko Sûriye dewleteke nenavendî be, li ser bingeheke demokratîk bê ava kirin û desthilatdarî di navbera navendê û aliyan de bêt parve kirin, ew jî şert û garantiya avakirina dewleta demokratîk e.
“ENKS dixwazin ko li Sûriyeyê zimanê kurdî bibe zimanê duyê yê fermî qet nebe li herêmên kurdî. Herwiha em daxwaza wekheviya zayendî (mêr û jinan) û sêkularîzma dewletê dikin. Em dixwazin parçek ji neteweya kurd yên li parçeyên dî yên Kurdistanê bin, çawa ko ereb jî parçek ji neteweya ereb in. “
ENKS, ji aliyê mûxalefeta ereban de û ji aliyê hêzên navneteweyî de meşrû û berpirsiyara kurdan tê pejirandin. Loma jî Emerîka û gelek welatên din ew vexwendin û bi wan re danûstandin kirin. Di civîna “Dostên Suriyeyê” ya li Tirkiyeyê wezîrê karên derve ya Emerîkayê bi berpirsiyarên ENKS re rûniştin. Ji bona ku pirsgşirêkên di navbeyna mûxalefeta ereban û kurdan de çareser bibe hewil dan.
*****
Li Sûriyeyê PYD pirsgirêkek mezin û xeter e. Daxûyaniya ENKS di debarê PYDê de gelek balkêş e. Ji bona ku xeteriya PYD diyar bibe ez dixwazim vê daxûyaniyê ji raya giştî ya kurd re rabigihînim.
Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xelkê direvîne û pêşî li xwepêşandanan digre.
Di daxuyaniya ENKSê de wûsa tê gotin: “Komîteyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê, car caran li Cizîr, Kûbanî û Efrînê ji bo dirûstkirina tirs û dûdiliya li ser cadeya kurdî xelkê direvînin. Heta rewş giha wê yekê ku pêşî li xwepêşdanên roja înê yên li Efrîn û Kubanî bigrin. Ev jî bû sedemê pevçûna navbera welatî û çekdarên Komîteya Parastina Gel de.”
ENKS di berdewama daxûyaniya xwe de wûsa dibêje: “Ev kiryarên bi vî awayî zêdetir li navçeyekê çêdibin, zererê digihînin navdariya kurdan û peywendiyên navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de. Ji bilî vê yekê zererê digihîne tevgera aştîxwaz a gel ku li navçeyên kurdî li dijî zordarî û stemkariyê tên.”
ENKS kiryaran bi vî awayî şermezar dike û wûsa dibêje: “Em pêwîstiya bi girêdana peymana jihevtêgihiştinê ya di navbera herdu encûmenan de hatî îmzekirin dubare dikin. Bi cîbicîkirina vê peymanê, li navçeyên kurdî aştiya gel diparêze. Herwiha navçeyên kurdî ji her milmilanêyek kurdî-kurdî diparêze û serî hildana wî ne di berjewendiya ti kesî de ye.”
Di dawiya daxuyaniya ENKSê de wûsa tê gotin: “Em bangewaziya xwe digihînin birayên xwe yên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ber bi vê helwestê ve neçin. Ev jî bi ti awayî ne di berjewendiyên gelê kurd de ye û bi taybet jî di vê qonaxa nazik a li ser welatê me Sûriyê re derbas dibe.”
“Herwiha ENKS daxwaza azadkirina, xwendekarê zanîngeha endazyarî, qonaxa 5. yê ji gundê Îfraz (El-Partî) Azad Welî, Haşim Şêx Ne’san yê ji gundê Îfraz ê Efrînê (El-Partî) û Mistefa Şêxo (Ebu Ferîd) li Kubaniyê (Tevgera Çaksazî) dike.”
*****
Ez piştî ev nêrînên xwe dixwazim çend pêyvan li ser “Komîteya Piştgirî ya Kurdên Sûriyeyê” ku li Bakûrê Kurdistanê ava bûye bibêjim. Wek tê zanîn komîteya piştgiriyê, beriya vê çend mehan encama xebata kesên serbixwe dest pê kir. Di encam de komîte bi rêxistinan hat ava kirin. BDPê jî bû endamê komîteyê. Ev helwesta BDPê li dijî siyaseta navendî ya PKKê/PYDê bû û ne xwezayî bû. Lê ew mecbûr ma bûn ku bibin endamê komîteyê.
BDPê di van rojên dawî de endametiya xwe ya komîteyê dawî anî. Ew, ji bona vê HAK-PARê wek sedem nîşan didin. Dibêjin ku “Kemal Bûrkay bûye endamê HAK-PARê. Kemal Bûrkay li dijî me ye. Heta HAK-PAR di vê derbarê de daxûyaniyek ji raya giştî re diyar neke, em bi wan re xebatên hevbeş nakin.”
Yanî BDPê daxwa dike ku HAK-PAR, Kemal Bûrkayî îxraç bike û ji partiyê dûr bixe. Ew jî dizanin ku ew nabe.
Dûrketina sedema esasî ya BDPê ne HAK-PAR e. Siyaseta PKK/PYDê ya bi her awayî piştgire ji Sûriyeyê re. Dema ku PKKê li ser navê Sûriyeyê şer bike, çawa li hemberî Sûriyeyê dê di komîteyekê de cî bigre.
Amed, 10. 07. 2012
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])