Polîtîk

Ehmed Davudoglu Newroza serok Barzanî pîroz kir

Duhî roja pêncşemiyê, bi minasebeta cejna Newrozê, Ehmed Davudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê nameke pîrozbahiyê ji Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê re şand.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di nameya xwe ya pîrozbahiya cejna Newrozê ya ku duhî ji serokê Kudistanê re şandiye de dibêje ku ew hêvîdar ku cejna Newrozê bibe hokarê xurtbûna têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê.

Daudoglu di namaye xwe de dibêje ku cejna Newrozê beşeke ji kultura hevbeşa her du gelên kurd û tirk.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di berdewamiha nameya xwe  de dibêje ku hebûna îradeyeke hevbeş li ba her du aliyan, ji bona paşerojeke geştir û dabînkirina îstîqrar û armiyê di deverê de, hêviyeke mezin dide.

Di dawiya nameya xwe de Davudoglu daxwaza xweşî, siheteke baş û serkeftinê bo serok Barzanî û gelê kurd dike.

Back to top button