Kultur

Ensîklopedya rojnamegeriya kurdî

Duh êvarê Li bajarê Hewlêrê li senterê  huner û wêjeya kurdî, ji jêr navê (Ensîklopedya Rojnamegeriya Kurdî ) Cemal Xeznedar semînarek da.

Di semînarê de Cemal Xeznedar ku ew xwdiyê pirojeyê Ensîklopedya Rojnamegeriya Kurdî ye, behsa girîngiya arşîvkirin û parastina rojnamegeriya kurdî kir. Xeznedar li ser projeya xwe axivt û got ku Ensîklopedya Rojnamegeriya Kurdî  ji du qonaxan;  qonaxa yekem ji 1970 heta 1995 û  qonaxa  duyem jî ji sala 1998 heta 2010ê  pêk tê.

Cemal Xeznedar herwesa behsa zehmetiyên komkirina arşîva rojnamegeriya kurdî kir û got ku, ji bo pirojeyê Ensîklopedya Rojnamegeriya Kurdî serbikeve  ew li gelek welatên diyayê geriyaye.

Ensîklopedya ji 12 cildan pêk tê û biryar e sandîkaya rojnamnamevanên Kurdistanê wê belav bike.

Back to top button