Cîhan

Serokê Rusya bala Obama kişand

Serokê Rusyayê Dmitri Medvedev telephone serokê Amerîka Obama kir û bal kişand li ser kuştina sivîlan li Libyayê. Li gora ragihandina Kremlîn dayî xuyakirin, Medvedev di hevdîtina telofînî li gel Obama de, behsa rewşa Libyayê kir.Ji bo kuştina sivîlan bala Obama kişand.

Wek tê zanîn di serokatiya Amerîka, Ingiltere û Fransayê de, 13 dewlet êrîşê Libyayê dikin da ku rejima Kadafî têkherê.
Li gora aghdariyên medyayê heta niha di van êrîşan de 100 sivîl hatine kuştin û bi sedan jî birîndarin. Balefirên hêzên hevpeyman heta niha zêdeyî 300 cara balefirên xwe ji bo êrîşa Libyayê rakirne. Wek din jî heta niha 162 fuzeyên Tomahawk avêtine Libyayê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button