Îdiya- Farûq Alshaar cîgirê serokê Sûrîyê hate kuştin

Li gor agahiyeke ne piştrast ji aliyê BeirutObserver tê gotin ku Farûq Alshaar, cîgirê serokê Sûrîyê, bi destê Beşar Al Assad û cemaetên wî, di qesra komarî de hate kuştin. Agahî dibêje ku, ji ber kuştara Deraayê,  pirsgirêkek di navbera serokê Sûriyê Bashar Al Assad û birayê wî Mahir Al Assad û zavê wan Asif Shawkat ji aliyekî û Farûq Al Shaar ji aliyekî dî peyda bû. Li gor çavkaniyê Al Shaar nerazîbûna xwe li dijî tawanbarên kuştarê diyarkirye û daxwaza bidarvekirina kujeran kiriye.

Herweha tê gotin ku dengê gulebaranê ji Qesra Komarî hate bihîztin û di pey de Farûq Al shaar bi rêya ambulansê rakirin nexweşxanê.

Nerîna min :