
Wek ku di civatê de girîng, di siyasetê de jî kesayet gelekî girîn ge. Nexazim di deverek wek Rojhilata Navîn de ku nirxên siyasetê pê pîvanin , kesayeta siyasetmedara hej jî bi behatir derdikeve pêş.
Gelek cara dema behsa kesayetek siyasî tê kirin, dibêjin ku, filan kes gelek jîre û siyasetê de dikare baş bileyze û zîrek e. Mixabin di tevgera Kurdî de jî ev yek wek pîvaneka jêhatîbûna siyasetmedariyê tê zanîn, yanî kesek karê xwe bi hîla, derewa û rêve bibe ew wek zîrekiyekî tê li darxistin.
Di siyasetê de ku mirov bikaribe bi dîtina xwe , kesayeta xwe ya berz û bi istiqrara heyî baweriyekî peyda bike gelekî girîng e. Bê guman dema di siyasetê de taybetî Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê de, ji bo berjewendiyên netewî tevbêgerandin û li gora vê jî siyasetek berfireh bê rêve birin û mirov bi tolerans be , pêwistiyek a siyasetmedarek kurd de. Taybetî ew kesayetên pêşkêşiyê dikin dive xwedîyê van teybetmendiya bin.
Mirov dikare di vê derbarê de gelek navan bide. Lê herkesê ku siyasetê dike dikarê bi zelalî bibîne ku di siyasetê de kî xwedî kesayetek bi nirxê û kî jî wek marekî xwe dibe û tîne.
Ji aliyek din ve di siyasetê de xalek gelek girîng heye ku, gelek di nava tevgerê dê behsê nayê kirin. Heta dema behsê jî bê kirin sere tê derbas kirin. Di siyasetê de mirov bibe zilamê hinek terefan an jî hinek welatan ev gelek xetere û kesayetên herî zeyîf vê yekê dikin. Mirov di siyasetê de pêwendiyan herkesekî re datîne. Heta carê bi dijminên doza xwe re jî hevdîtin çêdibin û pêwendiyek peyda dibe. Lê dema ev pêwendî bi sîxûrî û zilametî bête kirin navek din lê tê kirin.
Heta gelek cara di nava tevgera Kurd de jî hinek alî û dezgeh ji bo xwe zilaman di nava siyasetê de diafirînin. Ew kesê bibe zilamê aliyekî, dikare zilametiya her kesekî din jî bike. Ji ber ku ev yek pirsek ehlaqiye. Dema mirov ne li gora ehlaq tevbigere dikare berê xwe bide her xirabiyekî jî.
Ji aliyek din babetek herî girîng ewe ku, dema di nava rêxistinekî de du aliyek peyda dibe , yan jî rêxistinek ji hinek kesayetan acizbe û nikaribe wan kontrol bike, bêbextî destpê dike. Her tişt têne gotin û gelek kes bi bêbextiyan bi xiyanetê têne itham kirin. Lê kesên dizanin gotinên têne kirin derewe jî, pirsa rastiyê nake û ber lêvên xwe re jî dikenin. Bê bextî tawanek girane û tu cara di vê derbarê de leborîn jî çênabe.Insanek bêbextiyê li hevalek xwe , yan jî kesayetek din bike, dikare heman tiştê bi mukadesatên xwe yê malbatî re jî bike.
Gelek cara aliyek siyasî kesayetekî bi xiyanetê itham dike. Lê piştî demekî, ew kesê ku bi xiyanetê tê itham kirin di nava heman aliyî de dibe xwedî postekî û tevlî siyasetê dibe.
Mixabin di qonaxa ku em têre derbas dibin , ev babetên ku behsê hatîn kirin gelek ne xwediyê girîngiyekîne. Gelek kes û aliyên siyasî guh nadin van teybetmendiya. Serê derbas dibin. Pêkanîna karê rojane wek bingeh tê dîtin. Gelek kes berjewendiyên kesayetî li ser berjewendiyên netewî û rêxistînî re digirin.
Ji bo vî yekê jî gelek kes pê li prensîbên xwe dikin û roja xwe diqedînin.
Gelek caran giringî û piraniya rojeva siyasî rê nade ku mirov behsa van babetên girîng bike. Lê ev babet dema baş bêne nirxandin bingehê kesayetên siyasê ava dike. Ji xwe bawerî û ne bawerî, durîstî û fehlbazî di van babetan de weşartîye.
8.2.2020
Dara Bilek