Polîtîk

Edhem Barzanî: Divê PDK li ser reforman berdewam be

Endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî hişyariya wê yekê da ku ger PDK di nava xwe dest bi reforman neke; “Wê rastî zerereke mezin bê.”

Endamê civata serkirdayetiya PDKê Edhem Barzanî derbarê endamên lijneyên reformê yên serokê herêma Kurdistanê de jî dibêje: “Ne ji hemûyan, lê ez ji hinekan bi guman im ku tiştan wekî xwe ji serokê Herêmê re eşkere bikin.”

Edhem Barzanî di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê diyar kir ku nikare bêje, PDKê dest bi reforman nekiriye û wiha pêdeçû: Lê tişta rast ew reform pir hêdî tên kirin û ev yek jî bûye cihê dilgiraniyê ligel hinek endamên PDKê.” Li gel vê yekê jî radighîne ku piştî kongreya 13ê a PDKê arasteyek bihêz heye ji bo êdî PDK derfetê nede gendeliyê.

Edhem Barzanî bi awayekî eşkere dibêje: “Dibe di serkirdayetiya PDKê de tirsek li ba hinek kesan hebe ka PDK dikare wan reforman bike. Dibe ku tirsek ligel hinek berpirsan hebe ku cihê xwe yê di nava PDKê de winda bikin.” Lê tekez li ser wê yekê kir ku “Bernameyekî reforman ya PDKê heye, em bixwazin yan jî na, divê ew bername bê cîbicîkirin.”

Barzanî derbarê ger ew bername neyê cîbicîkirin de jî wiha dibêje: “Ger nehat cîbicîkirin, ti gumanek tê de nîne, wekî partiyek dîrokî û xwedî dîrokek dirêj wê rastî zererek mezin bê.”

Back to top button