Nivîsar

Li Rojhilata Navîn, setrenca demokrasiyê

Di roja 1-ê Temûzê de em li binara Qendîl mêvanê Murad Karaylan bûm, ango çarde rojan beriya bi dawîbûna wê dema ku Ebdulla Ocalan diyarkiribû bo qedandin an jî domandina gotûbêjên digel Dewleta Tirk. Karayilan li wir merca sereke ya domandina agirbestê bi kurtahî vegot ku dewleta Tirk ligel Ebdulla Ocalan rûdine, lê ne amadeye wî nasbike, loma pêwîste Tirkiye bersiveke rast û dirust a wan protokolên ku Ocelan di sê xalan de pêşkêsk kirine û herwiha operasyonan jî rawestîne, yan ew ne amadene êdî dema agirbestê dirêj bikin û ew ê “şer” ragihînin. Ebdulla Ocelan heftiyekê piştî van axaftinên Karayilan bi rêya parêzerên xwe ji zîndanê ragihand ku ew ligel dewleta Tirk lihevhatiye bo pêkanîna “konseya aşitiyê” û edî giringiya 15 Temûzê nemaye, wate wî peyamek bo BDP`ê şand ku biçin li parlamenê sûnd bixwen û ji PKK`ê re jî got rawestin. Lê ne BDP`ê sûdn xwar û ne PKK rawestiya. Bi dirêjahiya heftiya borî gelek qunciknivîs û şirovekarên siyasî li Tirkiyê ev rewş wisa analîzekirin ku êdî BDP û PKK di bin kontirola Ocalan de nemane. Yan jî bi coreke din ev pirsyar kirin ku “gelo hêşta axaftina Ocelan li ser wan herdu rêxistinan dimeşe?”

Bûyera roja 14-ê Temûzê a li “Sîlwan”a girêdayî Diyarbekrê tevî ku hêşta nezelale û nayê zanîn ka ev 13 leşkerên Tirkiyê çawa şewitîne, lê wê rastiya diyar dike ku hêşta hêzên Tirkiyê yên hundir û derveyî li ser pişta Kurdan siyasetê dikin, herwiha beşeke Kurdan jî hêşta amadeyiya wan heye di wan lîstikên navçeyî de rolê bilîzin. Sûndnexwarin a BDP`ê û domandina baykotê mumkîne nekare rêya wê yekê veke ku serokatiya Ocalan bikeve bin pirsyarê, ji ber ku ew partiyeke siyasî ye û lîstikeke siyasî dimeşîne, vêca dereng be yan zû ew ê jê derbas bibin, lê operasyon, karên leşkerî û pevçûn ne tenê wê, lê heta serekaniya “Qendîl” jî wê bikeve bin pirsyarê. Ji ber ku ev pevçûn di demekê de çêdibin ku Ocelan daxwaza domandina agirbesê dike û “Qendîl” jî dibêje wan êrişt nekiriye, lê êriş hatiye ser wan.

Ev bûyer wê yekê derdixin ku beşeke PKK`ê ku niha jê re tê gotin “Xinêre” û di bin kontirola Cemîl Bayik deye, li “Qendîl” bi şêweyeke cuda û bi kêfa xwe biryaran derdixe û heta beşeke BDP`ê jî di bin kontirola wî de ye. Di vê navenda nû ya PKK`ê de meseleya mezhebê “Elewîtiyê” gelekî zal bûye ser mesela netewî de û vê yekê deriyê wê yekê vekiriye ku BDP di van salên dawî de nêzîkî hêzeke kevneperist a şovênîst a weke CHP`ê bibe, ji ber ku serokê wê partiyê Kurdekî Elewiye (ku ew bi xwe înkara Kurdbûna xwe dike). Her ev hêza Elewî a di nava PKK`ê de ku jê re tê gotin “Grûpa Enqere” heman pêngavên siyaseta Îran û Sûriyê davêje di warê mezhebê de. Ango eger Tirkiye weke dewlet bixwaze di siyaseta xwe ya derveyî de gişaran pêkbîne, ev grûp gurzan li Tirkiyê dixe, bi taybet ku niha rijîma Elewiya Esed di sekeratê deye û Tirkiye jî hêviya dixwaze ew biçe!. Yan di siyaseta Tirkiyê ya hundirîn de dema em bibînin ku nêzîke saziyên dewleta Kemalîst ji nav biçin, ew tevdigerin ji bo ku goşarê bixin ser hikûmetê, her car jî “Qendîl” dibêje; “haya me jê tune.” Reaksyona partiyên siyasî yên Tirkiyê bi taybetî CHP derbarê bûyerên Tirkiyê tiştekî balkêşe û mirov pir tiştan tê de dixwîne. CHP ku leşker û statoparêze dixwaze bi rêya van pêkdanan bi sedan generalên tawanbar ji zîndanê azad bike bi hênceta ku leşker lawaz bûye!

Tirkiye bi sedema bûyera leşkerî ya 14-ê Temûzê ji qeyrana sûndxwarinê çûye nava qeyraneke din a kûrtir ku mumkîne gelek bi hêsanê nekare jê derbas bibe, herwiha dibe ku gelek aliyên din jî têkevin. Tevgera Kurdî li Bakûr ketiye nava çend desteyan de û piştî van salên dirêj êdî zehmete bikare ji bin bandora aliyan û hêzên herêmî derkeve, loma hêviya aşitî, demokrasî û çareseriya adîl berbi lawaziyê diçe. (Rudaw)

 

Rêbwar Kerîm Welî

Back to top button