Topbaran berdewam e, du kuştî û 6 jî birîndar
Îro di berdewamiya topbaran kirina deverên ser sînor yên Kurdistanê ji aliyê artêşa Îranê ve, devera Sîdekan bû armanca topbaranê û artêşa Îranê bi awayekî berfire gund û zozanên Sîdekan û Xinêreyê topbaran kir.
Li gor nûçeyeke Kurdistan TVê, di encama topbaran îro ya artêşa Îranê li devera Sîdekan de 2 welatiyên kurd canê xwe ji dest dane û 6 welatiyên din jî bi giranî birîndar bûne.
Çavkaniyên han diyar kirin ku, jibilî şehîd bûna 2 welatiyan û birîndar bûna 6 welatiyên din jî her weha gelek xaniyên welatiyan ji ber topan hilweşiyane û agir bi mal, bax, rez û bistanên deverê jî ketiye.
Ev dû welatiyên ku, canê xwe ji dest dane şêniyên gundê Bîrimke ya ser bi Sîdekan e û navên wan jî Şêxo Hesen Mistefa temen 40 sal û Êrêş Kerîm Xan temen 21 sal e.
Ji bilî wan zereran jî nêzî 100 ser sewal û ajelên koçeran jî hatine koştin û 100 cotkar û koçer jî neçar bûne ji deverên xwe koçbar bibin.
Ji aliyeke din de jî çavkaniyên deverê diyar kirin ku, duhî bi şev artêşa Tirkiyeyê jî bi qasî saetekî zozanên Serçeman û Sêkaniyan bi giranî topbaran kiriye.