Polîtîk

Bûrkay dê li Diyarbekirê pilana paşerojê diyar bike

Siyasetmedarê kurd Kemal Bûrkay dê 30ê  tîrmehê bigihe Stenbolê. Komîteya ku bi armanca pêşwazîkirina Bûrkay hatiye  pêkanîn, amadekariyên xwe didomîne.

Siyasetmedarê kurd Kemal Bûrkay ku maweyeke dirêj serokatiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bi rê ve bir, dê li 30ê vê mehê di seat 16:45an de bigihe Balafirxaneya Atatûrk a li Stenbolê.

Ji aliyekî din ve bo pêşwazîkirina Kemal Bûrkay komîsteya organîze û pêşwaziyê hate pêkanîn. Yek ji endamên vê komîteyê Fehmî Demîr derbarê hatina Bûrkay de daxuyaniyek da AKnewsê û got:
– Bûrkay dê hefteya destpêkê li  Stenbolê û hefteya duyê li Anqereyê li gel merivên xwe bimîne. Bûrkay dê piştre jî biçe Diyarbekirê. Em haziriyên xwe yên bo pêşwazîkirina Bûrkay didomînin.

Demîr diyar kir ku Bûrkay bo paşerojê  planên nû dananîne û piştî ku vegeriya Tirkiyeyê dê bernameyeke bo paşerojê darêje.

Fehmî Demîr got:
– Emê wek dost û hevalên wî, li balafirxaneyê pêşwazî li wî bikin. Em niha li ser bernameya Stenbolê hûr bûne. Piştî ku birêz Bûrkay gihişt vir (Diyarbekir) dê biryara xwe bide ku ka dê di paşerojê de çi bike. Derbarê paşerojê de em qet pê re neaxivîne.

Navborî diyar kir ku tu rêgirên yasayî li ber hatina Bûrkay de nînin û ew hêvîdar in tu pirsên yasayî rû nedin û wan bo egera peydabûna her bûyereke nexweş, tedbîrên pêwîst girtine

Back to top button