Eger xweserî sernekeve 30 salin çi dibe dê ew bibe
KCD xweserî li kîjan herêmê hate îlan kirin?
Xweseriya Demokratîk projeyeke ku di bernama BDP-ê û ya KCD-ê de heye.Ev sistem ji bo tevahiya Tirkiye ye.
Lê proje li tevitiya Tirkiye nehat gengeşe kirin. KCD xweserî li kû derê îlan kir?
Li cihê ku kurd lê dijîn hate îlan kirin.Yanî li cihên ku BDP – KCD lê heyîn û bi hêzên hate îlan kirin.Em dibêjin ev model li rastiya Tirkiye re digunce.Lê em nikarin bejin li herêma Behra Reş yan li Stanbulê xweseriyê îlan bikin.
Başe ew herêma ku we xweserî lê îlan kirî kijan e?
Di vê manê de Kurdistan e. Me ev wek Kurdistana xweser û demokratik formule kir.
Herêma ku bi Kurdistan tê navkirin kijan wilayetin?
Cografî û dîrokî kijan der bin ew wilayetin.Ev tixûb heta Sivasê-Koçgiriyê diçe.Beşek ji Maraşê,Erzîncan, Malatya, Elezîz..Dîrokî Erzurum, Wan, Agrî…Batman ..Diyarbekir..Di eslê xwe de herêma rojhilat û başûrê rojhilatê teve. Dema em cografîk lê dinêrin di demê Osamaniyan de ev hemî herêma Kurdistanê bû.
We xweseriya demokratîk ji bo Kurdistana Iraqê jî îlan kiriye?
Na.. Dema we got tixûbên Kurdistanê min ev got.Em behsa cografya ku kurd lê dijîn dikin.Lê dema me ev îlan kirî, û em li kû derê dikarin bêxin paraktîkê de..Cihên ku BDP û KCD lê bi hêzên emê bikin, nexwe li Sivasê li Erzîncanê em bêjin emê xweseriyê pêbînin çênabe.
Başe niha li kijan bajaran xweserî hatiye îlan kirin?
KCD negot em li Batmanê, Şirnexê îlan dikin lê li Mêrdînê nakin.Ev daxwaziya kurdan e.Li cihên BDP, KCD û KCK lê xortin yanî cihên ku tevgera kurd a siyasî lê bi hêz e emê îlan bikin.Ji xwe eve 5-6 salin ev proje di jiyanê de ye. Meclisên taxa hene,konseyên bajara hene. Li Batmanê konseya bajêr û meclisa gel heye.
Ez hê vekirîtir bipirsim, li cihên xweserî bê îlan kirin li gora çi pîvanê tesbît dibe? Li gora çewe deng dane BDP-ê?
Bê goman ev pîvanek girînge.Li cihên bajarvanî di destên mede dê hesanîtir bikeve jiyanê.
Hun sîstema xwe li gora “demokrasiya klasîk“ ya sedsala 19-ê û 20-ê ava bikin yan jî li gora demokrasiya hevdem ya sedsala 21-ê ava bikin?
Na, Na.. Li Ispanya Katalana çewe xweseriya demokratik îlan kirin?Li gora daxwaziya gel îlan kirin û xelkê jî ew qebûl kir.
Jêder: Rojnama Taraf
werger: DJ Rojevakurd