Belê kifşeye ku em hê jî ji bo çareserkirina pirgirêka Kurd gelek dûrin. Lê tiştên baş jî carcara pêk tên. Ji nav wanan hevdîtinên ku navbera dewlet an jî hikumet û Öcalan pêk tên heye.

Ez navereok, şikl çawa be jî persenge nakim li tenê hevdîtin tiştekî baş û girînge. Lê wê baştir û girîntir tiştekî din jî heye ku demekê tê zanîn ev hevdîtin diqewime; lê ji welat qîyamet naqete, kes ranabe li ser pêyan. Di ser jî him qîyamet naqete û ji civakê gelek kes meraq dikin ku gelo Öcalan çi gotiye.
Ez vê rewşê wiha şîrove dikim: di civakê de êdî girseyeke mezin aştiyê dixwaze û roj bi roj difikirê ku gelo rêya aştiyê yê çawa were wekirin.

Li Tirkiyê hinek rayedarên mezin hene ku, li gor asta xwe qamil nînin ku tevgerên wan li asta wan nay. Di dewletekî de dibe ku rikê gelek kesan ji yên ku bi çekan dest bi serhildanê kirin re were, û ji bo ji holê rakirina serhildanê dibe ku pey rêbazên bi xwîn bibin. Eva jî tiştekî şaşmayî nîne. Dîsa normale ku rikê hinek kesî jî ji rêberê serhildanê jî were. Lê hewce nîne ku mirov îllim navên ‘serê cidaxwaziyê’ ‘serê terorîsta’ ‘kujerê zarokan’ li wî bike. Gelo hewceye mirov navên wisa çêkê û ji cihê navê Abdullah Öcalan wan navan bikarbîne û hewl bide ku hemû kes wan navan bikarbîne?

Lê Tirkiye her tim vana dike. Derheqê hemû pirsgirêan de ramaneke Tirkiyeyê heye(eva normale) lê nêrîna Tirkiyeyê li ser van pirsgirêkan ‘ramana’ rasti ya tekane tê qebûl kirin(eva normal nîne) di ser de jî ev ‘ramana’ wisa tê bikaranîn ku tu kes niqare tu carî vê ‘ramanê’ nîqaş bike.(eva qet normal nîne) Bi vê baweriyê ve jî Tirkiye nikare xencî xwe tu kesî qanî bike. Beravajî, bi vê baweriyê xwe ve li ber raya giştî ya dinyayê piçûk dixe. Di ser de jî bi baweriya ev ‘ramana qetî û dawî’ ve jî rêya xwe dixitimîne.

Hova(vaye) pirsgirêka Ermeni.
Hova pirsgirêka Kurd, PKK û Öcalan…

Mirov dikare kesên ku di nav talukê de dibînîn xwe bavêjin piştî enîyekî fem bike; lê heke cîhê eniyê xwe bavêjin bîreke kur mirov nikare vê fem bike. Tirkiye hewzane enî, bîr e. Di dawiyê de dema ku derketin û hilpazbûn hewce bike rewş pirr dijwar dibe. Hemû derfet tên winda kirin.

Tirkiye di asta fermî de tevgerên wisa pêk dianî, di asta civakî de jî hindikahiyek her tim amade bûn milîtaniya wan tevgeran bikin. Ev hindikahiya wisa hebû û yê hebe. Eva jî encama sîstema perwerdehiyêye. Belê mirovan bawer nedikirin ku hemû ‘tezên fermî’ rastin lê ji ber bawer kirina ku deynê welat li ser wane dewletê çi dikir wana jî çepikan dixistin.

Lê belê êdî kêr gihîşte hestî. Loma dema ku ‘mîtîngên lenet lê kirina kujerê zarokan’ li dar xistin jî dev ji wan karan berdan. Çimkî dîtin ku ji wan karan tu tiştê xwerê çênabe. Êdî xwerê jê nabînin loma rêvebirên dewletê jî mêla civakê nane li wî alî.

Ango li hemberî hemû neyînîyan tiştên baş jî çêdibin, derdikevin holê. Lê wê der Tirkiyeyê dibe ku ji nişka ve her tişt beravajî be. 

  
2011-07-23

Murat Belge

 

(xeberênkurdi)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: