Polîtîk
Kurda ji Lozana 2-ê re gotin NA
Doh 24.Tirmeh.2011, 88 emîn salvegera îmzekirina peymana Lozanê bû. Bi vê peymanê heyîna dewleta Tirk di qada navnetewî de hate pejirandin û herweha Kurdistan cardin bi biryarek navnetewî hate bindestkirin.
Eve demek dirêje kampanyak bi navê “ Ji Lozan a 2. re NA“ hatibû destpêkirin û armanca vê kampanyayê ew bû ku, balê bikşînin li ser daxwazên kurdan û kurd bi xwe biryarê ji bo çarenûsê xwe bidin. Di çerçova vê kampanyayê de bi hezaran îmze hatin kom kirin û doh li Lozanê li ber deriyê xaniyê ku Peymana Lozanê lê hatî îmze kirin, li ber xaniyê ku 24-ê Temuzê ji kurda kirî roja reş, paymana Lozanê hate protesto kirin û li Lozanê ji bo pêkanîna çarenûsê kurdan bangê cîhanê kirin.