
Amerîka xwedî bernameyekiye ku di nava du mehên bê de hemû hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.
Rojnameya “The Wall Street Journal” a Amerîkayê ragihand ku Washingtonê biryar daye dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê bîne.
Ev gav piştî wê yekê tê ku hikûmeta Şamê kariye piraniya axa welêt kontrol bike.
Ev biryara Washingtonê ne tenê li ser kaxezê ye lê li ser erdê jî hinek gav hatine avêtin.
Hefteya borî artêşa Amerîkayê baregehên “Tenef” û “Şedadî” vala kirin.
Ev her du baregeh ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo şerê li dijî DAIŞê stratejîk bûn.
Amerîkayê hevdem li gel plana vekişînê, pêvajoyeke berfireh a veguhestina çekdarên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ji bo nav axa Îraqê dest pê kiriye.


