
Serok Nêçîrvan Barzani pêşwaziya Joshua Harris, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşketinên dawî yên pêvajoya siyasî ya welêt û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Herdu aliyan girîngiya pêşxistina têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re tekez kirin û li hev kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re berjewendî û nirxên hevpar parve dikin. Her wiha li ser warên hevkariyê yên di navbera her du aliyan de jî axivîn.
Têkiliyên Hewler-Bexdayê, girîngiya yekîtiya partiyên Kurdî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa herêmê bi giştî mijareke din a hevdîtinê bû.


