Nivîsar

Dolar çewe digihin DAÎŞê

 

DOLARÊN KURDAN ÇEWA DIGÎJIN DAIŞê?

Pêşmergeyekî kevn, dema bûye xanenişîn, her meh dema meaşê xwe (wek Dolar) wergirtiye, bi mora xwe ya taybet yek bi yek morê li guşekî banqinotên seddolarî xistiye, da pereyên sexte têkelê nava pereyê wî nebin, bi pereyên xwe yên helal here tewafa Meke û Medîneyê.

Berî du salan ew Pêşmerge û xanima xwe çûne Umreyê û pêdiviyên xwe yên olî bi cih anîne û vegeriyane Kurdistanê.

Sê meh berê kurekî vî Pêşmergeyê ku çûbû Umreyê, di şerê li hember DAIŞê de şehîd ketiye. Piştî şehîdbûna kurê xwe, îcar wî xwestiye ku here eniya şer û li şûna kurê xwe şer bidomîne. Lê Fermandariya Pêşmergeyî, ji ber zêdebûna temenê wî daxwaza wî nepejirandiye, lê berpirsyariya karê hilanîn û danîna kelax û birîndarên DAIŞiyan dane wî.

Pêşmergeyê Berpirsê Kelaxan, lêgerîn li ser kuştî û birndarên DAIŞê dike, da nasnameya wan eşkere bibe, hemû tiştên li ser wan ên weke nasname, pasport, pere, markeya çekên wan, jimara fîşekan û wekî din dinivîse, piştre teslîmê Asayişê dike.

Rojekê Pêşmergeyê Berpirsê Kelaxan, li herêma Şengalê dema lêgerîn li ser çend kelaxên DAIŞiyan kiriye, di berîka kelaxekî de destikek dolar dîtiye. Berpirs gava ew pere jimartine, dîtiye ku va ye morek li ser sê banqinotên seddolarî heye. Bala xwe ridn dayê, dîtiye ku ev mor eynî wê mora ku wî çend salan berê dema çûbû Umreyê li banqinotên xwe yên seddolarî xistibû bi xwe ye.

Dema wî mora xwe dîtiye, qîr dane û gotiye: Wey mala min xirab bibe. Nexwe kurê min bi perê min hatiye kuştin!

Piştî ku me vê serpêhatiya vî Pêşmergeyê qehreman guhadrî kir wî nexwest ku ew navê xwe eşkere bike.

 

Berhem Badil Elî

 

 

 

 

Back to top button