Diyarbekir li hêviya peyamek erêniye
Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul sala 2009-ê daxuyaniyek dabû gotibû ku: “ Di pirsa kurd de wê tiştên baş çêbibin“. Bi vê gotarê Gul li gora xwe ji bo çareseriya pirsa kurd pêvajoyek destpêkir. Gelek cara di derbarê pirsa kurd de dîtinên xwe dibêje û dema tevlîheviyek di vê derbarê de çêdibe Gul,hewl dide ku ew tevlîhevî bi awayekî ji hole rabe.
Di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de ev cara yekê ye ku serokkomarek di derbarê pirsa kurd de dîtinên xwe bi vî awayî zelal dibêje û hinek peyaman dide raya giştî ya kurd û tirk. Lê gelek caran ji aliyên kurdan ve piranî dengê BDP-ê derdikeve. BDP di pirsa kurd de siyasetek bi wesayet rêve dibe û ji ber vê yekê jî li himber daxuyaniyek ya serokkomar, bê hemdê xwe beyana didin ev yek jî piraniya cara dibe sedemek ku, raya giştî bi çewt li pirsê digihe.
Abdullah Gul serdana Diyarbekir dike. Di van rojên pirsa zimanê kurdî di rojeva civatê de cih girtî serdana Gul gelekî girîng e. Dixweyê dê Gul bi awayekî peyamekî bi çelakiya xwe bide ku, ew ne dijê karanîna zimanê kurdî ye. Lê gelo dê BDP vî zemînî çewe binirxîne girînge. Ji ber ku pirs ketiye deravek teng de û wek pirsa kurd pirsek di navbera hukumetê û BDP-ê de tê gengeşekirin. Ev bi xwe zerera herî mezine ku mirov dikare bide pirsa kurd û çareseriya vê pirsê.
Eger Gul bixwaze hinek peyama di derbarê pirsa kurd de li Diyarbekir bide divê di serî de BDP û partiyên din yên kurd û taybetî dezgehên siyasî rê bidin vê yekê û zemînekî ji bo dayîna hinek peyaman amade bikin. Eger Gul hinek çelakiyên bi zimanê kurdî bêne kirin de amade bibe ev gavek gelek erêniye û divê di serîde şeredarî û dezgehên din arîkara vê yekê bin.
Siyaseta Partiyên wek MHP û CHP-ê di derbarê pirsa kurd de tê zanîn. Ev herdu partî hinek guhertinên di berjewendiyên pirsa kurd de tên avêtin bi tundî rexne dikin û dijê hukumetê muxalefetek hişk dikin. Heta piranî dibin sedemek mezin ku raya giştî ya Tirkiye, bi gelek tirs pirsa kurd dinêre û pirsa kurd tenê pirsa parçebûna Tirkiye dibîne. Divê kurd gelek vekirî dijê vê siyasetê bisekinin û hewl bidin ku raya giştî ya tirk jî bi awayekî pirsa kurd tê bigihin.
Serdana Gul dikare bibe gavek erênî ya dawî di sala 2010-ê. Herweha mimkine ku ev serdan bibe serdanek wek hemî serdana û tu encamek erênî nedê. Lê pêşewazîkirina partiyên siyasî û dezgehên sivîl ya Gul gelek girîng e. Dê ev helwest naweroka vê serdanê kifş bike.Dayîna peyamek erênî ya Gul di derbarê pirsa kurd de, dikare gelek tişta biguherê û ji bo sala nû bibe destpêka avêtina hinek gavên baş.
25.12.2010
Xeber analiz/Dara Bilek