Li Pakistanê êrîşên xwekujî : 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Pakîstanê nêzîkî navenda belavkiria xwarinê êrîşekî xwekujî pêkhat û di encama êrîşê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kesan jî brîndar bûn.
Berpirsyarên nexweşxaneyê dan zanîn ku êrîş li ser sînorê Afganîstanê li navçeya Kharê pêkhat û ditirsin ku hêjmara miriyan zêde bibe herwiha rewşa gelek brîndaran jî di xeteriyê de ne. .
Berpirsyarên polês jî diyar kirin ku êrîş ji aliyê jinekî ve pêkhat û bombeyên xwe li nêzîkî navenda belavkirina xwarinê û cihê kontrola ewledariyê teqandiye. Berpirsyarên polês daxuyandin ku kesekê biçarşaf di pêş de li nava sûkê 2 bombe avêt pişt re jî bombeyên li ser xwe teqand.
Li Pakistanê ji ber êrîşên xwekujiyê di nava çend mehan da nêzîkî 1000 kes jiyana xwe ji dest dane. Navenda êrîşên xwekujî pirtir li ser sînora Afganistan û Pakistanê de pêk tên.