Kultur

Rojîn : Ez ji tirsa xwe nikarim bi serê xwe bigerim

Hunermenda Kurd Rojîn di darizandina tacîzkarê xwe de daxuyand ku : Ez ji tirsa xwe nikarim bi serê xwe bigerim ber vî jî muhafizekî her tim digel min e.

Darizandina Devvas Mumay di Dadgeha Cezaye Sulh ya Bakirkoyê berdewam dike. Mumay bi rêya SMS’ê ji Rojînê re tacîza zayendî û gef xwarîbû.

Darizandin li Dadgeha Cezayê Sulh ya Bakirkoyê hatiye dîtin. Di runiştinê de Devvas Mumay, Rojîn û parêzerên her du alî jî amade bûn.

Devvas Mumay di runiştinê de parastina xwe kir û got : Ez zerzevat difroşim û xwendin û nivîsandina min jî nine. Bi tiştên wiha re eleqeyê min tineye. 3- 4 sal berê telefona xwe winda kirîbûm û xeta telefona xwe îptal nekirîbûm. Berê 15 sal jî telefonekî min windda bûbû xeta wê telefonê jî îptal nekirîbûm. Di heman demê de berê ya 5 sal nasnameya min jî winda bûbû. Li ser navê 8 xetên telefon hene lê ew peyamên xirab ne ya min e.

Parêzerê Rojîn Mucteba Kılıç jî ji Devvas Mumayê re bersiv da û got : Berguman di îfadeya xwe de dibêje ku : Berê ya 15 sal min telefona xwe winda kir ! lê 15 sal berê telefona desta tinebû..

Rojîn jî da zanîn ku , heta niha gelek car peyamên tacîz û gefên mirinê hate xwarin. Bi têkîliyên van peyaman di konsera xwe de bi êrîşê re, rû bi rû mam. Êrîşên bi çek bûn. Ji ber vê yekê ew tiştên nebaş ji aliye kî hatine organîzekirin. Ji malpera min re jî peyamên wiha hatin. Ji ber ewlehiya jiyanamin nîne bi muhafizekî ve digerim.

Dadger Mehtap Bozca nimûneyên îmzaya Devvas Mumay girt û darizandinê ji bo demekî dî bi şunda avêt.

Back to top button