Kultur

Ewiltrîn zanîngeha dinyayê li Nîsêbînê derket holê

Qeymeqamê navçeya Mêrdîn Nîsêbînê Murat Girgin îdia kir ku ewiltrîn zanîngeha dinyayê ne li Heranêye li Nîsêbînêye.

Girgin diyar kir ku Akedemiya Nisibis (Nîsêbîn) ewiltrîn zanîngeha dinyayê ye û hewl didin ku Tirba neviyê Hz. Mihemmed, Zeynel Abîdîn û Mizgefta Zeynel Abîdînê yek bikin û yekemîn Parqa Baweri ya Tirkiyeyê çêbikin.

Li Nîsêbînê li Dêra Mor Yakubê lêkolînên arkeolojîk hatine kirin û piştî lêkolînê derket holê ku Akedemiya Nisibis ( Nîsêbîn ) ewiltrîn zanîngeha dinyayê ye.

Dêra Mor Yakub piştî Îsayê di sala 209’an de hatiye çêkirin û nêzîkî 1800 sal paşaroja wî heye. Li hewşa dêrê tarîxek di binê erdê de ye û ew tarîx di rojên dawiyê de derdiket derva.

Sedan sal berê di Dêra Mor Yakubê de xwedekarên wê demê li ser waneyên wêje, geometrî, astronomî, bijişkî, dad û mantiqê hatîbûn perwerdekirin.

Back to top button