26'ê Berfanbar

26’ê Berfanbar


Di sala 1973’an û di rojekî wekê îroyê de arîstokrat, rewşenbîr û neteweperwerê Kurd Cemîl Paşa zade Qedrî li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

Qedrī Cemīl Paşa di sala 1890’an de li Amedê ji dayik bû. Kurê Fuad Begê Cemîl Paşa ye.Ji Xeynî Fuad Beg 10 kurên Cemīl Paşa yên din jî hebûn. Di nav maleke qalabalix û dewlemend de mezin bû. Zarokatiya xwe li Qonaxa Cemîl Paşa û bi perwerdeyeke têr ê tesel derbas kiribû. Bi tevî heval û hemsalên xwe havînan li gundê Enbarê zivistanê jî li nav Amedê diman. Di zarokatiya xwe de hem fêrî xwendin û nivîsandinê hem jî fêrî suwarîtiyê û leşkeriyê bû. Lê eleqeya wî zêde li ser pêwendiyên komelayetî bû. Apê wî Qasim Begê her çiqas qedexe dikir ku nerin nav odeya mezinan jî, wî tim hewl dida ku here odê û gudarê li sohbetên mezinan bike. Van sohbetan pêşiyê gelek bala wî dikişand. Lê paşê hêdî hêdî wek tiştên vala didît. Heta 15-16 saliya xwe li Amedê jiya ū xwendina xwe ya seretayī ū navendî li vî bajarî temam kir. Bingeha kesayatiya Qedrî Beg li Amedê li nav vê jiyanê xwe girt.

Qedrî Cemîl Paşa roşinbîrekī kurd e. Kesekî dilsoz û kurdperwer e. Li Stenbolê di nav Cemiyeta Hêvî de, li Suriyê di nav Cemîyeta Xoybun de xebatên xwe yên siyasî dike. Di her serhildaneke kurd de bi awayekî agahdar ū pêwendîdar e. Lê bi min xizmetê xwe yê mezintirîn bo miletī kurd nivīsandina kitaba Doza Kurdistan e. Çunke di Doza Kurdistan de rewşa siyasî ya miletê kurd ya di destpêka sedsala 20. de û heta 1960 dixe ber çav. Mirov di Doza Kurdistan de dikare sebebên serneketinên kurdan bibîne. Dîsa di kitêba xwe de behsa dewletên din jî dike û mirov dikare dengeya hêzên navnetewê yên wê wextê jî bibîne ku kurdan çawan xeta kirine, çawan nikarîne berjewendiyên xwe tesbît bikin û gorī wê jî hereket bikin. Bo wê jî mirov dikare bibêje ku Doza Kurdistan têgihīştina rewş ū jiyana miletê kurd ê wê demê ye, li wê serdemê serçaviyeke girîng e.
Qedrî Cemîl Paşa dema ku diçe Stenbolê, derbarê jiyana rewşenbrî û komalgayî ya wê wextê bi rewşeke nû re rûbirû dibe. Dibîne ku hinek mîr, beg ū paşayên kurdan ku hukūmetê meaş ū hatina wan jî girtiye, gelekê wan di nav cemiyet û grubên kurdperwer de cî girtine. Lê nakokiyên di navbera wan de li wê derê jî berdewam in, ev rewş di nav cemiyetan de jî xwe nīşan dide. Digel vê rewşa ne bi dilê wan, ew û pismamên wî jî di nav xebata rêxistinbûna di cemyetên kurdî de ciyê xwe digrin.

Qedrī Cemīl Paşa bo xwendina navîn diçe Stenbolê

 Qedrî Cemîl Paşa di 16 saliya xwe de bo xwendina līseyê diçe Stenbolê. Bi tevî 9-10 kesên mirov ū hemşeriyên xwe dikeve Mektebī Numūne-i Teraqī . Li vê dibistanê ferqa di navbera kurd û tirkan de dibîne ū hestên wī yên kurdperwerî geş dibin. Çunke wê wextê li nav xwendkaran grûbên hemşerîtî û netewayetī hebûn. Arnawud (elban) grûbek xwe hebûn, ereb grûbek xwe hebûn, kurd grûbek xwe hebûn. Rojên tatîlê Qedrî Cemîl Paşa jî wek xwendkarên kurd ên din diçû li cem hemşeriyên xwe li qehwexaneyên kurdan wextê xwe diborand. Li van qehwexaneyan bi kesên wek Xelîl Xeyalî yê Modkī, Mele Seîdê Kurdî (Seîdî Nursī), Mîrî Katipzade Cemîl Amedî hev nasîn. Bi van ronakbîrên kurd re li ser mêjû ū komelnasîya kurd sohbet dikir. Van ronakbîran tesîreke mezin li ser Qedrî Cemîl Paşa kir. Çunke van ronakbîran hem pêwendiyên xwe bi Cemîyeta Teraqî û Teawunî Kurd û dibistana wan û rojnameya wan bi navê Kurdistan hebûn hem jî di warê niştimanperwerîyê de zana bûn. Qedrî Cemîl Paža di kitêba xwe ya bi navê Doza Kurdistan de gelek pesnên Xelîl Xeyalî û Mele Seîdê Kurdî dide.

Qedrî Cemîl Paşa wextekê li Stenbolê dibe şahidê hereketa turkperweran jî. Damezrandina Îttîhad we Teraqî ū yên din dibîne. Ku dewleta Osmanī çawan têkdiçe hemûyan dibîne. Rewşa siyasî ya dewleta Osmanî ku çawan tesîra xwe li ser gel ū xwendekaran dike, ronakbîr ku dikevin nav hewleke çawan, li rojna- meyên tirkan çi tê nivîsandin, hemûyan taqîb dike.

Qedrî Cemîl Paşa di sala 1911an de dikeve Halkalî Yüksek Ziraat Mektebi li wir bi alîkarîya Xelîl Xeyalî ū bi tevlî hindek xwendkarên kurd ên din Cemīyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd dadimezrînin. Bi damezrandina Hêvî hestên netewperwerî yên xwendekarên kurd her roj zêdetir dibûn.

 Qedrî Cemîl Paşa ji bo xwendina bala diçe Ewropayê

 Qedrî Cemîl Paşa di sala 1913an de ji bo xwendina bala çū Swîsreyê. Li Lozan-Swisre bi tevî Ekrem û Žemsedîn Cemīl Paşazadeyan, Babanzade Recayî Nuzhet, Selîm Sabit Dêrsimî şaxeke Hêvīyê li Lozanê damezrandin. Bi saya Hêvî hem hestê netewperwerî geş dikirin li nav kurdên Ewropayê û hem jî bo kurdên ku nû werin Ewropa adresek bû. Qedrî Cemîl Paşa li wir hem xebatên kurdperweriyê dikir hem rewşa miletźê din li Ewropa dinasî, hem jî hewl dida ku kurdan bi ewropiyan ve bide nasandin. Çunke ewropiyan hīç kurd nedinasîn, yan jī wek eşīretên paşvemayī ku hê jî nebûne milet dinasîn. Di salên 1914an de ku Şerê Yekem ê Cīhanê dest pêkir ū çar meh şūn de vegeriyan hatin Stenbolê. Īcar wextê ku were Stenbolê hin kesên ewropî jê re dibêjin Bo çi tu diherī cem tirkan? Li vir be, xebatên xwe li vir bimeşīne. Qedrî Beg dibêje Na, ez ê herim. Çunke piştî şer mumkūn e ku hin guherīnên mezin çêbibin, bo wê jî pêwist e ku ez li nav xelkê xwe bim.

Qedrî Cemîl Paşa di Şerê Yekem de Dibe Leşker


Qedrî Cemîl Paşa wextê ku ji Swīsreyê tê bo Stenbolê li ser rê li Awusturyayê rastī yekīneyek leşker tê ku nû ji nav şer derketine, perīşaniya wan dibīne, gelek dikeve bin tesīrê ū pêşbīna metirsiya şer jī dike. Ku piştī sê rojan tê Stenbolê li wê jī propagandaya şer dibīne. Li Stenbolê dihere wezareta perwerdeyê, belgeyên xwe yên xwendina bala distīne. Bi wan belgeyan muracatī leşkeriyź dike û bi xwestina xwe dibe topçī. Bi tevī hin hevalên xwe ve diçe artêsa sêyem li Erzīromê. Li wê jī dişīnin bo Alayên Hemīdī (ji leşkerên kurdan pêkdihatin). Di nav leşkerên kurdan de hin pêwendiyan bi efserên (subay) kurd re datīne li ser babetên kurdperwerī, lê mixabin kes tiştêkī jê fam nake. Çunke serbaz ū leşkerçn kurd bi bawerī ji Xelīfe ū dīn ve girêdayi bûn.

Qedrī Cemīl Paşa, di dema leşkertiya xwe de dibe şahidê koçbarkirina kurdan a bi zorê. Hukūmeta Īttīhad we Teraqī wê wextê yasayek bi navê Qanûna Tehcîrê derxistibû, li gorî wê kurd her wext ji Rojhelatê ber bi Rojavayê didan koçkirin. Gelek kurd ji birçîna ū di sar û sermayê de dimirin. Yên ku diman jî nedihiştin ku derêkê bicih bibin, her tim koçber dibûn. Qedrî Beg dîsa di leşkertīya xwe de dibe şahidê qirkirina pontusan li dorberê qezaya Çarşamba ya Samsunê jî. Rojêk di operesyonekç ya li devera Ayê Tepesi de 20 xortan li nav gundekī pontusan kom dikin ku piranī salên wan 16-17 bûn li wê derê dikujin.

Piştî ku rūs hêzên xwe ji nav axa dewleta Osmanī vedikişīnin, Qedrî Cemîl Paşa bi yekîneya xwe re diçe Filīstīnê bo li hember Îngilizan şer bike. Li Filīstīnî di şerekî li hember Îngilīzan de yekîneya tirkan têkdiçe ū Qedrī Beg bi tevî hin leşkerźn din wek dīl dikevin berdestê Îngilīzan. Sal ū nīvekê di qampên esīran de dimīne ū paşê ku leşkerên ereb têne berdan, ew jī bi wan re tête berdan. Qedrī Beg ji qampê difilite û dihêt Amedê.
Qedrî Cemîl Paşa li Amedê hem dibe şahidê jiyana miletê kurd ū hem jî dibe şahīdê siyaseta hukūmeta Mistafa Kemal a derbarê kurdan de. Qedrî Beg beşdarī damezrandina Cemiyeta Tealī ya Kurd dike ku ew cemiyet çawan têkdiçe, li Ameçź wê jî dibîne. Wê wextê rewşa siyaseta kurdan ū helwesta dewletê li hemberī kurdan baştir dinirxîne.

 Qedrî Cemîl Paşa Li Raperīna Şêx Seīd de Tê Binçavkirin

 Di salên 1922an de li Erziromê rêxistina Azadī ji layê Mîralay Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî yê Bidlīsī, Mulazim Īsmaīl Heqī Şaweys ê Silêmanī, Xurşīd Vartoyī, Yusif Ziya Beg ū hwd. ve hate damezrandin. Īsmaīl Heqī wê wextê tê Amedê pêwendî bi Qedrî, Ekrem ū Qasim Cemīlpaşazadeyan re, Doktor Fuad, Mehmed Efendī (Bavê Tūjo) re dike ū şaxêkī Azadī bi navê xwe yê din Komīteya Īstīqlal li Amedê bi van kesan re dadimezrīnin. Qedrī Cemīl Paşa dibe şahidê xebatçn vê rêxistinê û di nav de jî cî digre. Mixabin hêj ku Azadī rêxistina xwe tamam nekiriye Raperîna Sêx Seîd bê plan û bê amadekariyek rêkûpêk dest pêdike. Qedrī Beg jī bê agahī li Amedê tê binçavkirin. Ku raperîn qediya ū Sêx Seîd Efendī ū hevalên wī hatin girtin, wan dihīnin Amedê li Dadgeha Īstīqlal de cezayê darvekirinê didin. Wê wextê Qedrī Beg jī tê dadgehīkirin ū berat dike, derdikeve. Qedrī Beg gorī ku li kitêba xwe ya Doza Kurdistan bahs dike, du sal li pêş raperīnê Salih Zekī Sahibqiranī yê Silźmanī li Amedê berpirsīyarê daîreya Īstīxbaratê bûye ū wê wextê jê re gotiye min tevayī belgeyên derheqê Cemīlpaşazadeyan berhev kirin ū şewitandin Wextê dadgehkirinê de bo ku belge nīnbūn nikarīn ku ceza bidinê. Bi hezaran zêrên sor dabūn endamên dadgehê ū li ser navê mala Cemīl Paêa firokeyek şer kirībūn ji hukumetê re ū bi van ruşwetan tevayî Cemîlpaşazadeyan xeynî Ekrem Cemîl Paşa, berat kirin. Ekrem jī bo 10 salan bi cezayê girtīgehê hatibû cezakirin.

 Qedrî Cemîl Paşa û Koçberî (Surgûn)

 Qedrî Beg dema ji girtîgehê derdikeve u bo bajarê Burdurê dihête sūrgūnkirin (nefīkirin). Burdur wê wextê navçeyeke piçûk bû. Dema ku diçe Burdurê li wê derê 300 kesên din ên ku surgūn būne dibîne. Di nav wan de yek jī Seîdê Kurdî (Bedīuzeman) bû. Pêşiyê nedihiştin ku malbat bêne cem hev. Lê paşê hêdî hêdî sist kirin. Malbatan dikarin ku werin cem hev. Bi vî hawayî di pênc navçeyan de jimara kurdan bû 1000 kes. Ji bo ku evên surgûnbûyî zêde roşenbîr di nav wan de hebûn, xelkê kurd yên li wir zûtir di warê kurdperwerî de hişyar bûn. Piştî vê hişyarbûnê hîn kesan bi awayekī xwe digihandin Kurdistanê. Qedrî Beg jî dixwest biçe Kurdistanê lê bo ku taqîb li ser hebû nikarî derkeve.

Serokwezîr Îsmet Paşa ji bo ku şervanên raperîna Agirīyê bixapîne efûyekî giştî derxist. Surgûnan jî ji vê efuyê îstîfade kir. Qedrî Beg jî, bo ku here Amedê pêwist îī ku here li Kastamonu Ekremî bibîne ū ji wê jî here Stenbolê. Ekrem jî ketibû ber efuyê, lê pêwist bû ku demeke kurt li wê derê be. Qedrî Beg piştî serdana Ekrem çû Stenbolê. Dixwest ku li Stenbolê derheqê yên ku diçine Kurdistanê agahîyan werbigre. Piştî çend mehan ji Stenbol çû Amedê.

Qedrî Beg dema ku hat Amedê pêwendiyên xwe ligel berpirsyarên Xoybûn datîne. Wê wextê ji bo ku agahiyên rast ū zûde ji raperîna Agirīyê werbigre, bi navê Z. Egilî havalekî xwe dişîne Agiriyê. Lê ew heval di rê de ji hespê de dikeve ū birîndar dibe, nikare bigihêje Agirîyê. Piştî ku Ekrem jî dihête Amedê dixwazin pêwendiyên xwe bi navenda Xoybūnê re xurttir bikin. Ji bo wê jî, Cerçīzade M. Efendī wezîfedar dikin da ku tuzuknameya Xoybūnê ji wan re bîne Amedê. Ku tuzukname hat, dixwazin gişt havalên kurdperwer li dor Xoybūnê ū raperîna Agiriyê tanzîm û bi nîzam bikin. Ew kesên ku pêwendiyên xwe pê re hene zêdetir karmendên hukūmetê bûn û li Amedê bên. Rêxistina Xoybûnê ji bo ku îlegal bû, nihêrîn ku li Amedê nikarin vê rêxistinê xurttir bikin. Ji bo wê jî, rojekê Qedrî Beg û Ekrem Beg biryar didin ku herin dereveyî sînorên Tirkiyê ū xebatên Xoybûnê li wê derê berdewam bikin.

Di salên 1929an de Qedrî Beg bi tevî Ekrem û du pismamên xwe yên din biryar didin ku herin Sûriyê. Piştî amadekariyeke kurt, digel malbatên xwe ve bi dizî derbasî Binxeta Sûriyê dibin. Wê wextê Sūriye di bin kontrola fransizan de bû. Bo wê jî mafî îltîcakirinź,ê ji berpirsyarên fransiz dixwazin. Ku îltîcakirina wan tête qabûlkirin, diherin li Şamê ū di bin şertên xirab de bicih dibin.
 
Xebatên Qedrî Cemîl Paşa di Nav Xoybûnê de

Qedrî Cemîl Paşa u pismamên xwe, piştī ku tên Sûriye, pêwendiyên xwe bi navenda Xoybûnê re datînin. Rêveberên Xoybûnê bi tevlîbûna wan a rêxistinê memnun dibin û bi beşdariya nûnerên navendî û berpirsyarên mintiqeyan Xoybûn dicive. Di vê civînê de Ekrem û Qedrî Began dikin nunerên navendê. Di nav xebatên Xoybûnê de carcaran di navbera Cemîlpaşazadeyan û Bedirxanîyan de nakokî derdikevin. Piştī van nakokiyan Bedirxanî ji Xoybûnê tên avêtin.

Ji bo ku Xoybûn giraniya xebatên xwe ji raperîna Agirî re vediqetîne, wexta ku Îhsan Nûrî Paşa li Agiriyê alaya raperīnê bilind dike, Xoybûn jî biryarê dide ku li aliyê Başūr ve li hemberî hêzên tirk cebheyekê veke. Gorî Qedrî Cemil Paşa ku di pirtûka Doza Kurdistan de dibêje yekîneyeke çekdar di bin kontrola Ekrem Cemîl Paşa de sīnorê Sûriye derbas dike ū tê derdora Mêrdīnê. Qedrî Cemīl Paşa jî di nav vê hêzê de bûye. (Qedrī Cemīl Paža (Zinar Silopī, Doza Kurdistan, r. 117. Özge Yayżnlarż-Ankara). Lê wek hêzên ku Xoybûn şandibûn deverên din, wan jî nikarîne tiştekī bikin ū dîsa vegerîne Sûriye.
Hukūmeta Mistefa Kemal di sala 1932an de bona asimîlekirina kurdan yasayekê derxist, Xoybûn jî bona hişyarkirina kurdan ū serhildanekê di 16ê Hezîrana 1932an de belavokek belav dike. Di vê belavokê de xelkê kurd dê çawan li hemberī vê yasayê rawestin û li hemberî dewletê dê çawan têbikoşin tê de hatibû diyarkirin. Belavok bi îmzaya Navenda Xoybûnê di nav gel de belav bû. Lê belavokê tesîrek girîng jî nekir.
 
 Qedrî Cemîl Paşa Diçe Mehabadê û Serdana Qazî Mihemed Dike
 
Di sala 1946an de bi yarmetîdana Sovyetê di bin serokatiya Qazî Mihemed li Mehabadê Komara Kurdistanê tête damezirandin. Ev bo tavayî kurdan dibe wek cejnek. Xoybûn jī bona pîrozkirin û pêwendîdanîna bi Komara Kurd re, Qedrî Cemîl Paşa wek nûnerê xwe dişîne Mehabadê. Qedrî Beg bi rêwītiyekī zor û zehmet tê Silêmaniyê û ji wira jî diçe Mehabadê. Li Mehabadê serdana Qazî Mihemed dike ū xwenasîn, hest ū daxwazên xwe ū Xoybûnê di nameyekê de dinivîsîne ū pêşkêşī pêşewa Qazî Mihemed dike. Qazî bi germî pêşwazî lê dike ū pêwist dibîne ku biçe bi konsolê dewleta Sovyet re li Azerbaycan hevdîtinek bike.
Qedrī Beg di wź hevdītinź de daxwazźn Xoybūnź ū miletź kurd bi nameyekź pźžkźžī konsolź Sovyetź dike da ku bigihīje berdestź Stalīn. Rojtira dī bo dīdariyekź bi konsolź Sovyetan re diēe Tebrīzź. Li Tebrīzź serdana konsol dike ū wź nameyź jī dide konsol. Lź konsol dibźje em nikarin bižīnin ji Stalīn re, lź dikarin bižīnin ji komīteyekź li Moskov, ewan jī munasib bibīnin dikarin bigihījīnin Stalīn. Pižtī vź hevdītinź dīsa vedigere Mehabadź.
 
 Qedrî Cemîl Paşa Serdana Barzanīyê Nemir Dike li Mehabadê

Qedrî Beg heyranekî Barzanî bû. Dema ku çû Mehabadê firsandek derket da ku bikare Barzanî bibîne. Wî berê jî derheqê Barzanî de gelek tiştên erênî bihîstibû. Barzaniyê nemir wê wextê fermandarê giştî yê hêzên bergirî yê Komara Kurd bû li Mehabad. Qedrî Beg li qerargeha leşkerî serdana Barzanî kir. Barzanî ew bi xoşhalî pêşwazî kir. Qedrî Cemîl Paşa di kitêba xwe ya Doza Kurdistan de bo Barzanî weha dibêje.

Xwedî fikriyatek kûr û pratîk bû. Pirsgirêkên tên ber çiqas bi zehmet û bi gengeşī bûne jî, wî dikarî çareser bikira. Xwedî bīr û baweriyeke bi hêz bû di warê stratejiyeta siyasî û pêwendiyên komalgayî de. Min dema ku Barzanî dīt hê zêde nasîm û min wê wextê fam kir ku hereketa Barzanî ne hereketeke xwe bi xwe ye. Hereketeke gorî pêwistiyên azadiya miletê kurd derketiye û bi qabiliyeta Barzanî jî rêkûpêktir bûye. Ji bo wê, min di helwesta Barzanî û hevalên wî de dahatuya azadiya miletê kurd û serkevtina siyaseta kurd dît. (Zinar Silopī, Doza Kurdistan, Özge Yayżnlarż, Anqere, r. 183)

Qedrî Cemîl Paşa li vir tesbīteke rast dike. Çunke wê wextê mixabin di tevayī rêxistinên siyasî yên kurd de, hereketeke bi nîzam û xwedî stratejî nîn bû. Bo wê jî bi ser neketin. Lê hereketa Barzanî di her hewlekê de gav bi gav pêş de diçû. Eger îro li Kurdistana Başûr serkevtinek heye û destkevtinên mezin hene, ev berdewamiya siyaset ū stratejiyet ū xebatên Barzaniyê nemir ū hevalên wî ye. Qedrî Beg dîsa di kitêba xwe ya navborî de behsê ku Barzanî û hêzên xwe çawan li Mehabadê hildikişîne û bi taktīkekê çawan li nav hêzên Tirkiye ū Îranê derbas dike ū derbasî Rusyayê dibe. Di vir de jî mirov dikare siyaset û sitratejiyeta Barzanî û taktîkên wî yên bi qabiliyet baştir bibîne.

Di encamê de em dikarin bêjin ku gelek endamên mala Cemîl Paşa di nav rêza tekoşîna rizgariya netewe ya Kurdistanê de ciyê xwe girtine. Qedrî Cemîl Paşa yek ji wan kadiran e ku jiyana xwe di rêka tekoşīna netewe de borandiye. Wî û Ekrem Begî, qîma xwe tenê di tekoşîna siyasî û xebata rêxistinî neanîne, her weha di warê xebatên rewşenbîrî de jî berhemên hêja bo me hiştine. Ku di naveroka wan de, derbarê rewşa civakî ya wê demê û gelek bûyerên dîroka me nêzîk agadarî û şiroveyên giranbiha pêşkêşê me kirine.

Nerîna min :