Nêçîrvan Barzanî cejina jidayîkbûna Hz Îsa Mesîh pîroz kir

Bi minasebeta hatina cejina jidayikbûna Hz Îsa Mesîh (silavên xwedî li vî bin) gerimtirîn silav û pîrozbayiyên xwe pêşkeşî xûşk û birayên Mesîhî li Kurdistanê, Îraq û Cihanê dikim bi taybetî ev welatiyên ku, ji ber metirsiyên terorê warên xwe bicîh hêştine û hatine Kurdistanê û di bin siya bihevre jiyan û wekheviya Kurdsitanê de dijîn.

Mesîhî xwedan roleke girîng di nujen kirina welat di her warê dene û beşeke sereke yên civakêne lewre em ji wan re rêz û hurmeteke taybet nîşan didin û tekez li ser vê yekê dikim ku, hertim piştgîriya daxwazên wanî reva bikim.

Careke din pîroz be cejina jidayikbûna Hz Îsa Mesîh.

Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

24.12.2010

 

 

(KTV)

Nêrînek

  1. “Nêçîrvan Barzanî Cejina Ji Dayik Bûna Hz Îsa Mesîh Pîroz Kir”\r\n\r\nDubare nêrinê xa/xwe dîyar bikim.\r\n\r\nRêzdaran çima tenê “Alema xiristîyanan”, gelo ma Îsa ne peyamberê/pêxamberê misilmanane jî.!? çiqas ku ez pê dizanim, misilman dibêjin HZ. Îsa jî weki peyamberê me ye..hwd. Ji xa/xwe dema ku qala olên semavî/azmanan dikin, an jî dema ku qala olên weki cihû, file û îslam dikin, misilman hersu peyamberan jî ji xa ra weki peyamber dibînin/dinirxînin.. Îcar ew çi gotina “alema xiristîyan” tê gotin..!\r\nTêbinî; Ez ne mirovekî olperest im, lê ez jî gor xa hindik be jî di$opînim/helinim-daynim..hwd.

  2. Guhdarên delal! Silameta Xwedê bi we re be! Em bi navê Xwedayê aştiyê silavan li we dikin. Daxwaz û armanca Xwedayê aştiyê ev e ku her kes riya rastiyê fêm bike û wê qebûl bike. Wî ew rê kifş kir, da ku em her û her bi wî re di aştiya rastîn de bijîn. Em gelek dilgeş in ku em dikarin li vira, ji we re bipeyivin…. em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek û ji bo miletan bêaqilî ye;lê ji bo yên ku hatine gazîkirin, hem ji bo Cihû û hem jî ji bo Yewnaniyan, ev Mesîh hêza Xwedê û şehrezayiya Xwedê ye. Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike guhdariya me dike, lê yê ku ne ji Xwedê ye guhdariya me nake. Em bi vê yekê Ruhê rastiyê û ruhê derewîn nas dikin.Hezkirîno, em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike.Yê ku hez nake, Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hezkirin e.Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn.Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir û Kurê xwe şand, ku di ber gunehên me de bibe berdêl.Me dît û em şahidiyê dikin ku Bav Kurê xwe şand ku bibe Xilaskarê dinyayê.Eger yek bi eşkereyî bêje: «Îsa Kurê Xwedê ye», Xwedê bi wî re dimîne û ew jî bi Xwedê re dimîne.Şahidî ev e: Xwedê jiyana herheyî daye me û ev jiyan di Kurê wî de ye.Yê ku Kur di dilê wî de ye, jiyana wî heye, yê ku Kurê Xwedê di dilê wî de tune, jiyana wî tune.Em dizanin ku em ji Xwedê ne û tevahiya dinyayê di bin desthilatiya yê xerab de ye. Em dizanin ku Kurê Xwedê hatiye û ji bo ku em Yê Rast nas bikin, fêmdarî daye me. Û em bi Yê Rast re, bi Kurê wî Îsa Mesîh re ne. Xwedayê rast û jiyana herheyî ev e.Îcar wek ku Xwedê bi devê me hêvî dike, em ji bo Mesîh qasidiyê dikin. Em ji bo Mesîh lava dikin: «Bi Xwedê re li hev werin.» Çimkî Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. Аmîn! (1Korîn. 1, 23, Yûhenna I 4:6-10, 5:11-12, 19-20, 2Korîn 5:20, Yûhenna 3:16)

Nerîna min :