Sine ji bo darvekirina xwendkarekî Kurd tê dorpêç kirin
Hikûmeta Îranê amadekariya darvekirina xwendekarê Kurd Hebîbullah Letîfî dike û bo rêgirtina nerazîbûna xelkê jî hêzeke zêde li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye. Rêxirawê Amnsty International daxwaz dike ku ew hikmê han bê ragirtin û ji nû ve bê dadgeh kirin.
Hebîbullah Letîfî yê temen 36 sal, ku xwendekarê Kolêja Yasa bû li Zanîngeha Azadî ya bajarê Îlam, payiza 2007an li bajarê Sine ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat girtin û heta demekê kesî nedizanî li ku ye, piştre di sala 2008an de li Dadgeha Şoreşa Îslamî li Sine hat dadgehkirin û sezayê darvekirinê wergirt.
Çalakvanê mafê mirov Aso Salih ku niha li Swêdê penaber e, di hevpeyvînekê de li gel beşa Kurdî ya radyoya Dengê Amerîka ragehand ku li gor lêkolînên wan derketiye holê hikûmeta Îranê dixwaze roja yekşemê (26.12.2010) li bajarê Sine Hebîbûllah Letîfî li îdam bike; “Îran dixwaze bi helkefta serê salê, sûd ji pişûya (bêhnvedan) dezgehên medya û fermî yên cîhanê werbigire da bi bê nerazîbûna cîhanê Hebîbûllah darve bike.”
Rêxistina Efûya Navnetewî jî da zanîn ku awayê dadgehkirina Hebîbûllah Letîfî ji hemû standartên cîhanê dûr bû û pêwîste dûbare li dadgeheke dadperwer bê dadgehkirin.
Hebîbûllah bi endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hatiye girtin. Li gor yasaya Îranê bi tohmeta ‘Dijberîkirina Xwedê’ hatiye hikûmkirin. Aso Salih wiha wiha: “Dadgehkirina Letîfî li cîhanê yek ji dadgehkirinên herî bê dad a cîhan û Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji ber tû belge nînin Hebîbûllah Letîfî beşdarî hîç kiryarên çekdarî û bûyereke wiha bûbe. Herwiha wî bi xwe jî gotiye dadgehkirina wî, bê amadebûna parêzerê wî, di çend deqîqeyan de bi dawî hatiye.”
(Rûdaw)