Nivîsar

Divê YNK bidin dadgehê

Hebûna nêzîkî 200 tometbar û girtiyên Ereban, wekî ku tê gotin gelek ji wan beşdarî û roleke çalak li şerê Da’îş dijî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tixûbê parêzgeha Kerkûkê hebûye. Ew ji aliyê YNK ve bi binpêkirina komek yasayan ji aliyê wê hizbê ve beramber bi xelkê Kurdistanê û bi taybet malbatên Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye encamdan. Bi vê yekê jî komek binpêkirinên cûr bi cûrin divê YNK wekî partî û bi taybetî jî ew berpirsên rola wan li veşartin û bi nihênî girtina wan de bi awayek ji awayan beşdarî êrîş kirina ser axa Kurdistanê û şehîd û birîndarkirin û bi dîl girtina Pêşmerge kirine bidin dadgehê.

Pêwîste Dawakarê Giştî yê Kurdistanê ji ber komek tometan lêpirsînê li dijî YNK û bi taybet wan berpirsên ku rola wan li wê pirsê da hebûye bidin dadgehê. Yek ji wan tometan eweye YNK û serkirdeyên dûrî li yasa berkaran û bê agahdariya sazî û rêxistinên peywendîdarên Dadwerî û îdarî û Herêma Kurdistanê wan girtîxaneyekê nihênî heye. Xelkek ku beşdarî li şerek ji bo dagîrkirina axa Kurdistanê û dijî hêzên Pêşmerge kiriye û ji aliyê beşek ji hêzên Pêşmerge ku li derveyê Wezareta Pêşmerge ve întîmaya wan ji bo wê partiyê heye hatine girtin. Şûna ku radestî saziyên emnî û îdarî û dadweriyên Herêma Kurdistanê bikin, bi berevajî ve radestî partiya xwe kirine.

Wekî beşek ji berpirsên YNK gotine ew girtiyên Ereb ku li çend rojên derbasbûyî radestî îdareya Erebên Kerkûkê kirine, ji ber eweye ku heta pênç salan li girtîgehên nihêniyên YNK de bûn, ji ber ku beşekê zêdeyê wan komek tawanan kirine bi taybet êrîş kirine ser hêzên Pêşmerge û paşê şehîdkirina dehan Pêşmerge û bi dîl girtina dehên din, ku piştî pênc salan bêyî wê yekê ku bidin dadgehê û bêne sizadan, li gor rêkeftinekê dû alî ya di navbera YNK û Erebên Sunne ku komek gumanan dirust kiriye, heta niha nayê zanîn li beramber çi destkeftek YNK wan terorîstan azad dike.

Li vir da, divê Dawakarê Giştî bi rola xwe rabê û YNK û ew berpirsên rola wan li wê proseya pir şermezarî û ne yasayî da heye bidin dadgehê.

Firyad Mihemed – Almanya

Back to top button