Da’îş hatiye nava Kerkûkê
Şeva 21.05.2020 çekdarên rêxistina terorîstî ya Da’îş hatine nava Kerkûkê û li encama êrîşek da kesek ji wan hatiye kuştin û sê yên din jî birîndarin. Paşê hatine belavkirin û terorîst jî reviyane, eve jî di demek daye ku doh ji aliyê grûpekê YNK ve hejmarekê zêdeyê çekdarên girtiyên Da’îşê hatine azadkirin û şandin Kerkûkê.
Derengên şeva 21ê terorîstên Da’îşê li du milan ve gundê Gurgeçalî ya Bakurê Kerkûkê û ber bi kompanya neftê êrîş kirin û li encama êrîşê de jî kesek bi navê Tîşko hatine kuştin û sê birîndarên din jî veguhestine nexweşxaneyê û du ji wan birînên wan dijware û polîsên kompanya Nefta Bakûrin.
Li gor zanyariyan piştî ku hêzên bihanaveçûnê gihiştine cihê şer, çekdarên Da’îş paşvekêşiyê kirine û berev cihekê nediyar ve çûne.
Ew êrîşa Da’îş ya nêzîk navenda bajarê Kerkûkê di demek daye ku li rojên derbasbûyî grûpekê nav YNK hejmarekê zêdeyê çekdarên girtiyên Da’îşê ji girtîxaneyên Silêmanî azad kirin û berev Kerkûkê veguhestin, eve jî bû sedema nerezîbûneke zêdeyê xelkê, ji ber ku bi baweriya xelkê wan berpirsin ji kuştin û bi dilgirtina Pêşmergeyên Kurdistanê li dema şerê terorîstan, lê belê niha bê dadgeh û bê hîç sizayekê têne azad kirin.