Nivîsar

Arêz, te qendê xwar bi bê parêz!

Arêz Abdulla ku zimanê wî ji destên wî dirêjtire, ji bo Beşa Kurdî ya radyoya Dengê Amerîka bêbextiyê li dijî Hikumeta Kurdistanê û PDK kiriye û gotûye: Dikarîn text û taca Hikumetê biruxênîn!

Ji bîra Arêz çûye, Be’es li Quştepe bû, nekarî Hikumeta Hewlêrê birûxênê, Da’îş li Gwêr bû, Hikumeta Hewlêr, neku textê wî neruxa, belku bûye sermeşqê şikandina efsaneya Dewleta Terorîzma nû ya li cîhanê.

Gelek neyarên din jî xwe ceribandin bo ku bigihin text û taca Hikumeta Hewlêrê, ya dawiya wan ku hev kufeyên Arêz çav vekirî bûn, li Pirdê bersîva xwe wergirtin!

Li rûyê siyasî ve jî, hemû encamên hilbijartinên Hewlêrê ji me re dibêjin, Hewlêr rêjeya wê neguhere, piştevaniya cemawerî zêde dike, kêm nake!

Êdî nizanim, bi çi mentiqekê siyasî û çawa wê curetê kiriye, wê qendê şikandiye, ku behsa text û taca pir bi rûmeta Hewlêrê bike.

Eger xeyala wî da jî heye, ew bi xwe na, ewên ku destê xwe li pişta wî didin, bila vê carê xwe bi ceribînin!

Nizanim, Kak Arêz ji bo girêya derûnî beranber siyaneya PDK, Hikumet û Hewlêrê heye, ji xwe PDK û Hikumeta Hewlêrê bawernameya wî ya sexte ya li Parlemena Iraqê eşkere nekiriye. Ewê eşkere kir (Ala Esedî) ya hevala wî bû!

Em nebûn helbet, li Parlemena Iraqê bi otombêlê nêçîra jinan bikin!

Êdî ev êrîşa li ser lingê PDK, Hewlêr û Hikumetê ji bo çi?

Kak Arêz, eger zehmet kişandiba û wekî berê “zehmetkêşan” bûba, hinek ji hevkêşeyên siyasî têdigihişt, dizanî paytext bi wate siyasiya wê, pariya wê hinde asan nîne, ji bo wî û neyarên Hewlêr gezê lê bikin.

Perwerdeya siyasî û neteweyî, jîngeh û psikolojiya Hewlêrê, bi awayeke rê bi xiyanetkaran nade, erzan firoşiyê bikin, êdî çi bi Arêzê hevfîkrê xiyanetkaran ku bixwaze dest ji bo taca wê bibe!

Axaftin bi beredayî nayê kirin, lê belê ev demeke hinek serkirde û binkirdeyên YNK dixwazin destên xwe yên bi rûn, bi PDK ve paqij bikin.

Kak Arêz jî wekî nexweşekê şekir, qendê xwariye bê parêz, egerna li şestan ve, girê li ser bal balêniya PDK dihate kirin, ku piştî çûyîn yan derxistina hinekan PDK her yek lêveger û navenda biryara xwe hebûye.

PDK bala şikandina hevdû têda nebûye, belku bi giştî, bala bihêz ya firînêne ji bo gihîştina armanca Kurd û Kurdistanê ne, neku per û bala teslîm kirina xelkê û axa me!

Kerîm Qadir
21/05/2020

Back to top button