Nivîsar

Divê PKK ji Şingalê derkeve

“ Heta niha tu pêngavên piraktîkî negihiştine ku PKK neçar bikin hêzên xwe vekişîne. Pirsgirêka sereke di mentalîte û awayê reftarên PKKê de ye. Xelkê êzidiyên deverê naxwazin PKK li wê deverê bimîne, xelk aramiyê dixwaz in . “ Nêçîrvan Barzani Hinek çekdarên PKKê li Şingalê hene. Gelek cara ev yek ji aliyê berpirsên Şingalê ve hatiye gotin. Dema azadkirina Şingalê PKKê gelek propagandeyek derew kir û dezenfarmasiyonek bi hêz pêkanî. Lê herkes dizanê ku ji bilî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tu hêzek din ji wan cuda tevlê operasyona azadkirina Şingalê nebûne.Xelkê herêma Şingalê vê yekê ji herkesekî behtir dizane. Ji berî her tiştekî tê zanin ku PKK li ser daxwaziya Îran û hukumeta Bexdayî li Şingalê dimîne. PKK li gel Heşda Şebî kar dike û di bin navê wan de ji Bexdayê miaşê xwe digre. Herweha mayina PKKê li Şingalê ne di berjewendiya kurdan de ye.Taybetî vê dema ku Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe PKK bi mayina xwe li axa Kurdistana Başûr dibe asteng ji bo prosesa serxwebûnê.Gelek cara berpirsên Şingalê mayina PKKê li deverê wek astengî ji bo ji nûve avakirina Şingalê dibînin. Dixwazin PKK ji Şingalê derkeve.Di derbarê mayina PKKê li şingalê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cara yekem di hevpeyvînek ya xwe de got: Danûstanidnên me û Bexdayê berdewam in, heta niha tu pêngavên piraktîkî nehatine avêtin ku PKK ji wan deveran hêzên xwe vekişîne. Ez nikarim wê yekê piştrast bikim ku Bexdayê mişaê YBŞê qut kiriye, her çiqas ji mer egotiye ku wan ev kar kiriye. Eger pirsgirêk bigehe çîyek metirsîdar, Enqere, Bexda û ekterên din bikevin nava vê pirsê, hîngê me jî, weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, ekter û karteya xwe hene.  Bi dîtina min ev jî di berjewendiya tu aliyek de nîne ku em bigehin wê xalê.Ji aliyek din PDKê daxûyaniyek belav kir û di derbarê derketina PKKê ji Şingalê de got: Divê PKK li Şingalê bi awayek aşitiyane derkeve.Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner derbarê hebûna hêza PKKê li Şingalê de got: “Hebûna PKKê li wê derê astengiya herî mezin a lihevkirinê ye.”Berdewamiya daxûyaniya xwe de Toner got: “Ez hêvî dikim ku hikûmeta Bexdayê jî derbarê mijara pêkanîna aramiya Şingalê û metirsiya ji ber hebûna PKKê de li gel metirsiyên me hevbeş e.”Li ser vê yekê hukumeta Bexdayê neçar ma ku bêje  bila PKK ji Şingalê derkeve. Lê Îran naxwaze PKK li Şingalê derkeve. Ji ber ku PKKê niha dengê herî bi hêz yê Îranê ye li Başûrê Kurdistanê.Herweha hukumeta Kurdistanê ji bo ji nûve avakirina devera Şingalê û ji bo vegera xelkê Şingalê li malên xwe divê PKK xwe bide aliyekî li deverê nemîne.Herî dawî YNK jî da xûyakirin ku; ew li gel biryara hukumeta Kurdistanê ne.PKK bi xwe jî dizanê ku dê ji Şingalê û deverên din yên di bin destê hukumeta Kurdistanê de derkeve.Cihê PKKê ne li Başûrê.Rewş gelek zelale. Lê pirsek li vê derê tê holê. Gelo di derbarê mayîna PKKê li Şingalê aliyên din yên siyasîyên kurd çi dibêjin? Gelo dê vekirî bêjin tu karê PKKê li Şingalê tuneye û divê derkevin. Yan jî bawer nakin ku PKK li Başûr astenge ji bo prosesa serxwebûnê?Pêwiste partî û rêxistinên Kurdistanê di vê derbarê de zelalbin û xwedî helwestbin.Dema Nêçîrvan Barzanî behsa derketina PKKê ji Şingalê kir, di cih de hinek aliyan behsa “şerê birakujiyê “ kir. Niha ne ew deme ku kesek şîreta bike. Herkes dizanê li Kurdistanê de kesek , aliyek siyasî wek serokê Kurdistanê ne li dijê “şerê birakujye“ heta radeyekî Mesud Barzanî ev yek ji literatura siyaseta Kurdistanî derêxistiye.Lê eger em serxwebûna Kurdistanê diparêzin, divê em zelalbin û hemû astengên di vê rêyê de ji holê rakin. Eger pêşerojê de Pêşmergeyên Kurdistanê mecbûr bibin çekdarên PKKê ji Şingalê derêxin û hinek behsa şerê birakujiyê bikin, ew bi xwe jî dibin astengek ji bo serxwebûna Kurdistanê.Divê PKK ji Şingalê derkeve. Piştî operasyona Musilê hukumeta Kurdistanê mecburê desthilata xwe li ser deverên ku pêşmerge lêne bi bandor bike. Nabê tu hêzêk ji bilî hêzên pêşmergeyan li herêmê bimîne. Her kuwetek li Başûr bimine divê bi rizamendiya hukumeta Kurdistanê be.Tu îro bê denbî nabê sibehî bikî gazî û davula “ şerê birakujî “ lê bidî. Ji ber ku dê ew şer ne şerê birakujîbe. 30.12.2016Nûçe/analîzRojevakurd 

Back to top button