Bila sala 2017ê bibe sala serxwebûna Kurdistanê
Bila sala 2017ê bibe sala serxwebûna KurdistanêHer salek nû hêviyek nû li gel xwe tîne. Di nava Kurdistanê de tevî şerê li dijê teroristên DAÎŞ herî zêde pirsa serxwebûna Kurdistanê hate gotubêj kirin. Kurd di hemû demî behtir sala 2016ê hêviya Kurdistanek Serbixwe kirin.Pêvajoyek heye ku mirov dikare bêje pêvajoya serxwebûnê ye. Bê guman gelek asteng di vê rêyê de hene , lê bawerî û daxwaziya kurdên serxwebûnê dixwazin dikare hemû astengan derbas bike û dewletek Kurdistanî ragihîne.Em bi hemû hestên xwe hêvî dikin ku sala 2017ê bibe sala pêkhatina xewna her Kurdistaniyek welatparêz.Hêvî dikin ku sala 2017ê dewleta kurdî bê ragihatin. Kurd jî di nava dewletên cîhanê de bibin xwedî dewlet û statûyek navdewletî.Ev yek dê êş û elema kurda kêm bike. Dê kurd pê bihesin ku xebata dehên salan, xwînê pêşmergeyên qehreman heba nebûye û kurd digihin armanca xwe ya pîroz.Bi vê hêviya pîroz em sersala Pêşmergeyê qehreman ku tixûbê Kurdistanê bi xwîna xwe dane kifşkirin pîroz dikin..Sersala nu li hemû Kurdistaniya pîroz be.Bijî PêşmergeBijî KurdistanKarmendên Rojevakurd